Dema binçavkirinê ya 25 kesan hate dirêjkirin 2022-05-16 15:21:19   STENBOL - Li gelek bajaran di encama serdegirtina malan de zêdetirî 25 kes hatibûn binçavkirin. Dema binçavkirinê ya 25 kesan ji bo 4 rojan hate dirêjkirin.   Polîsan di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye destpêkirin, di 12’ê gulanê de Amed, Stenbol, Sêrt û Erzîngan jî di nav de li gelek bajaran bi awayekî hemwext bi ser malan de girt. Di encama serdegirtinan de herî kêm 25 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtina malan de ji hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) Dengbêj Xalide û Munevver Îlgîn jî hatin binçavkirin.    Kesên hatine binçavkirin li Fermandariya Cendirmeyan a Maslakê tên ragirtin û ji bo dosyaya wan biryara “nepeniyê” hate dayîn. Li ser biryara dadgehê, dema binçavkirinê ya binçavkiriyan 4 rojên din hate dirêjkirin.