ROJEVA 17'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-17 09:00:12   * Huseyîn Beyoglû yê AKP'î ku paldanka Serokatiya Şaredariya Rezan dagir kiriye, neguhêzbara li Parqa Ayşe Şan ji bo salekê dewrî Serokatiya Ragihandinê kir.    * Bi “Porjeya Çîrokê” ku ev demekî dirêje di bin sîwana Ataloyeya Hunerê de xebatên wê tên kirin re çîrokên kurdî bi rêya enstrûmanan tên vegotin.   * Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses ku têkildarî hedefgirtina baroyê de axivî, got: "Em ê her tim ji bo mafên mirovan û hiqûqê bixebitin."    * Welatiyên ku piştî kontrola GBT'ê diçin gundên xwe nerazîbûna xwe ya li hemberî vê pêkanînê anîn ziman û gotin, dewletê warê wan veguherandiye qada eskerî.    * Ji avakarên Hewldana Ji Bo Aştiyê Nebîle Irmak Çetîn diyar kir ku barekî mezin dikeve ser milê jinên ku bandorê ji şerê AKP'ê yê li hundur û li derve digirin û got, cardin pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye.    * Berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî, anî ziman ku bedel çi dibe bila bibe wê jinên êzdî Şengalê radestî dagirkeran neke û wiha got: "Ên ku xewn û xeyalên wan di qirika wan de hiştin jinên êzdî bûn. Em ê destûr nedin ku dagirker bikevin Şengalê."    * Bi destpêkirina şerê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê re vê carê jî li çiyayên Besta, Cûdî û Gabarê jî cerdevanan dest bi birîna daran kirin. Li herêmên Qûrteka Pêşya û Keniya Mîra bi destên cerdevanan darên ku tên birîn, bandorê li gundiyan dike.    * Dayika bi navê Şîrîn Tatli ya ku dewletê hevjînê wê û PDK'ê jî birayê wê qetil kiriye got: "Di dinyayê de ji wan re efûkirin nîne. Lê belê em ji aştiyê re amade ne."    * Welatiyan nerazîbûn nîşanî derketina cenazeyan a li girtîgehan dan û gotin: "Li dijî vê zilmê divê ku kesek xwe bêdeng neke."    * Jinên Silopiyayê bertek nîşanê qetilkirina Sakîne Kulter dan û destnîşan kirin ku li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd dikin hedef û bang kirin ku divê li dijî qetilkirina jinan û polîtîkayên şer ên taybet têkoşînek bi rêxistinbûyî were dayîn.   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 435'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak a ji wezîfeyê hat girtin dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna doza Nurcan Yalçin dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna ewil a doza girtina derbarê DÎAYDER'ê de hatiye vekirin dê li Dadgeha Bakirkoyê were lidarxistin. (10.15)   * HDP dê Konferansa xwe ya Herêma Çûkûrovayê li Navenda Çadnê ya Selman-i Parki ya li Edeneyê li dar bixe. (11.00-19.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dê li Amed  û Îzmîrê berdewam bike. (12.30-16.00)   * ÎHD'a Amedê û Stenbolê dê li Amed û Stenbolê bi boneya Hefteya Têkoşîna Dijî Windakirina di Binçavan de ya Navnetewî daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.30-14.00)