Xetimandina kanalîzasyonê xelkê taxê bêzar kiriye 2022-05-17 10:35:41   MERDÎN - Li Qoserê bi rojane kanalizasyona ku xetimiye nayê paqijkirin. Welatiyê ku baxçeyê wî di bin ava qirêj de maye bertek nîşanî nepaqijkirina kanalîzasyonê da.    Li taxa Koçhîsar a navçeya Qosera Mêrdînê di bin qirêjiya kanalîzasyonê de maye. Şaredariya Qoserê ya di bin rêveberiya qeyûm de ji mehekî zêdetir e kanalizasyona ji ber molozên çêkirina rê ketine, xetimiye. Kanalîzasyona ku xetimiye rê li ber ava qirêj vekir û ev ava qirêj jî avêt ser baxçeyên welatiyan. Xelkê taxê her çiqas serî li şaredariyê dide û gilî dike jî lê şaredarî nayê kanalîzasyonê veneke. Xetimandina kanalîzasyonê dibe sedemê bêhna genî ku bi ser taxê bikeve. Ava ku avêtiye ser baxçeyên welatiyan jî tesîrek neyînî dike.    MAL Û MILKÊ WÎ DI BIN AVA QIRÊJ DE MAYE    Welatiyê bi navê Abidîn Unay ê ku baxçeyê wî di bin ava qirêj de maye diyar kir ku meheke ew bi vê rewşê re rûbirû ne û êdî vê ava qirêj kevz girtiye. Unay da zanîn ku dema baran dibare vê ava qirêj diavêje mala wî û kelûpelên mala wî jî di bin avê de mane. Unay anî ziman ku ew ji vê av û bêhnê genî bêzar bûne û ji ber vê yekê ew nikarin li ber deriyê xwe rûnên. Unay got ew bajarek paqij dixwazin û darên wî jî hêdî hêdî hişk dibin.    ‘ERKÊ DANE MELEYAN’    Unay anî ziman ku rêveberiya qeyûm Mifitiyê Navçeyê Mahsum Taşçi aniye kiriye Midûrê Karên Paqijiyê û wiha got: “Tenê vîdanjorê dişînin. Ew jî ava dikişîne û diçe. Niha midûrê yekîneya li karê kanalîzasyona dinêre miftî ye. Wî jî l her taxê meleyek kiriye berpirsiyar. Dema meriv ji bo pirsgirêkên kanalîzasyonê li şaredariyê digire, ew jî meriv arasteyî meleyan dikin. Qeyûm erke daye miftî, miftî jî erke daye mele û mele jî hewaleyî Xwedê kiriye. Bila kes li qisûrê nenêre Xwedê jî bi van karan re mijûl nabe.”