Dozger xwest rojnamevan Yalçin bê cezakirin 2022-05-17 13:38:21   AMED - Dozger bi mutalyaa xwe xwest ku rojnamevan Nûrcan Yalçin a ji ber nûçeyeke li navçeya Sûrê çêkir tê darizandin, bi cezayê hefsê bê cezakirin.    Ji ber rojnamevan Nûrcan Yalçin beriya qedexeyên derketinên derve ên navçeya Sûra Amedê yên sala 2015’an têkildarî jinan nûçeyek çêkir bi îdiaya “Bi dilxwazî alikariya rêxistinê kirin” doz lê hatibû vekirin. Danişîna doza ewil a Yalçin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Parêzer Tamûr û Yalçin li danişînê amade bûn.    Yalçin di danişînê de diyar kir ku serdema ku dîmen kişandine li JINHA’yê weke kameravan xebitiye û bi armanca nûçeyan çûye Sûrê. Yalçin, bi lêv kir ku wê demê rojnamevan diçûn Sûrê û tu qedexe nebûn. Yalçin, da zanîn ku nûçeya tê behskirin wê demê li malpera wan hatibû weşandin û diyar kir ku dîmenên wê kişandine çawa çûne destê kesekî din nizane.    Parêzer Resûl Tamûr jî dîmenên ku bûne sedema sûcdariya Yalçin pêşkeşî dadgehê kirin. Tamûr, da zanîn ku dîmenên di dosyayê de ji du beşan pêk tên, muwekîla wî ji bo ajansa jinan nûçe çêkiriye, li wir jî têkildarî jinan nûçe çêkiriye û diyar kir ku dîmenên têkildarî jinan aydê muwekîla wî ne lê dîmenên din ne aydê wê ne. Tamûr, bi lêv kir ku wê parastina xwe ya esas piştî dayîna mutalayê bikin.   CEZAYÊ HEFSÊ HAT DAXWAZ KIRIN   Dozger ê di danişînê de derbarê esasê de mutalaya xwe pêşkeşî dadgehê kir, îdia kir ku Yalçin çûye navçeya Sûrê ku şer lê qewimî û bi “endamên rêxistinê yên bi çekdar re” hevpeyvîn kiriye, dîmen qeydkiriye, di nava dîmenan de axaftinên ku endamên rêxistinê ji aliyê manevî ve piştgiriyê didin hene û di gelemperiya axaftinan de têkoşîna bi çekdar, tundî û serîhildan hatiye teşwîqkirin. Dozger, îdia kir ku dîmenên ku Yalçin kişandine ji nav dokumanên dîjîtal ê endamekî rêxistinê derketine ji ber vê yekê Yalçin di nav hiyerarşiya rêxistinê de cih digire û xwest ku Yalçin bi îdiaya ““Bi dilxwazî alikariya rêxistinê kirinê kiriye” bê cezakirin.    Piştî dozger mutala pêşkeş kir parêzer Tamûr ji bo ku li dijî mutalayê parastinê bike daxwaza demê kir. Dadgehê daxwaza demê ya parêzer qebûl kir û danişîn taloqî 5’ê Tîrmehê kir.