Ava gundê Misûrî yê Dêrikê 7 rojan hatiye birîn 2022-05-17 14:29:58   MÊRDÎN - Li navçeya Dêrikê, ava gundê Misûrî 7 roj in hatiye birîn.    Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, 7 roj in ava gundê Misûrî hatiye birîn. Ekîbên Îdareya Qenalîzasyon û Avê (MARSÛ) ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, amûrê kontrola ji dûr ve bi bîra gundê ve kirine û ava gund birîne. Ji ber vê rewşê gundî mexdûr in. Gundiyên ku sedema birîna ava xwe nizanin, serlêdanên wan ên ji bo berdana avê jî bêbersiv tên hiştin û pirsgirêk nayê çareserkirin.    Endamê Meclisa Şaredariya Dêrikê yê HDP'î Cengîn Temellî, derbarê mijarê de axivî û ev tişt gotin: "Ekîbin MARSÛ'yê gotin ku wê rojê 2 saetan avê bidine gund. Lê hefteyeke ava gund nayê. Depoyên avê yên gund vala ne û li gund ava nemaye. Dixwazin mirovan bi avê terbiye bikin. Divê edî terka van rêbazên bêwijdan bê kirin."