Nobeta Edaletê: Bihêlin ku zarokên xwe em tedawî bikin 2022-05-17 15:50:53   AMED - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan a li Amedê îro jî berdewam kir. Malbatan bang li rayedaran kir û wiha gotin: “Zarokên me nayên tedawîkirin. Bihêlin ku zarokên xwe em tedawî bikin.”    Bi mebesta berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, malbatên girtiyan li Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 183’yemîn de li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê berdewam kir. Di çalakiyê de li gel malbatên girtiyan, her wiha endamên Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) û Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Peyas a Amedê jî amade bûn.    Di daxuyaniyê de dayika girtî Civan Boltan ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin, Nazîme Boltan axivî. Boltan, diyar kir ku di nava 7 mehên çalakiyê de tekane daxwaza wan berdana girtiyên cezayê wan xelas bûyî û girtiyên nexweş bû. Bi domdarî Boltan bang li serokkomar û wezîrê edaletê kir û wiha got: “Zarokên me nayên tedawîkirin. Bihêlin ku zarokên xwe em bi xwe tedawî bikin. Zarokên we jî hene û hinek bi halê me fêm bikin. Destên xwe deynin ser wijdana xwe.”    ‘ZILMÊ LI GIRTIYAN DIKIN’    Di berdewamê de Boltan bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan û ev tişt anî ziman: “Pirtûkên ku em ji zarokên xwe re dişînin nadin wan. Bi hinceta ku di hundirê wan de hesin heye, pêlavên ku em ji zarokên xwe re dişînin jî nadin wan. Li hundir zilmê li zarokên me dikin. Sedema vê zilmê jî kurdbûna wan e. Em ji bo zarokên xwe edaletê dixwazin.”    ‘TEKANE DAXWAZA ME EDALETE’    Xwîşka girtiyê bi navê Abdullselam Guler, Încî Guler jî da zanîn ku ev 7 meh in tekane daxwaza wan edalet e û xwest ku girtiyên cezayê wan xelas bûyî û girtiyên nexweş bên berdan.    Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.