'Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin’ 2022-05-17 16:48:14   ÎZMÎR - Halîl Bîrkar ê HDP’î di çalakiya Nobeta Edaletê ya Îzmîrê de axivî û got ku girtiyên nexweş nayên berdan û bi vê yekê re terkî mirinê hatine kirin. Bîrkar, bang li raya giştî kir ku li dijî vê dengê xwe derxînin.    Malbatên girtiyan bi daxwaza berdana girtiyên ku cezayê wan xelasbûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 61’emîn de jî berdewam kir. Malbatan çalakî li pêşiya Baroya Îzmîrê li dar xist û di çalakiyê de li gel malbatên girtiyan, her wiha rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Balçova û Narlidere yên Îzmîrê jî amade bûn.    Hevserokê HDP’a Balçovayê Halîl Bîrkar di çalakiyê de axivî û diyar kir ku zexteke giran a di asta îşkenceyê de li ser girtiyan heye. Bîrkar, bi domdarî anî ziman ku girtiyên ku nikarin sexbêra xwe ya rojane bikin nayên berdan û wiha domand: “Bi vê yekê re jî girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin. Bi polîtîkaya dijminatiyê nêzî girtiyên nexweş dibin. Ev nêzikatî nîşan dide bê ka pergala edaletê di halekî çawa de ye. Dadgehên Tirkiyeyê serbixwe nînin û nikarin li gorî îradeya xwe biryaran bidin. Nobeta Edaletê ya dayikan ji bo me tevekan gelek girîng e.”   Bi domdarî Bîrkar diyar kir ku girtîgeh, eynika welatan e û axaftina xwe wiha qedand: “Girtiyên siyasî ji ber daxwazên xwe yên heq û hiqûqê hatine girtin. Bi hincetên vala vala tên cezakirin. Divê raya giştî xwedî li girtiyan derkevin û dengê xwe bilind bikin.”