‘Gelê kurd gere tu carî Hakî Karer ji bîr neke' 2022-05-18 09:08:18 DÎLOK - Muslum Erîklî di salvegera mirina Hakî Karer de behsa wî kir û got: "Gelê kurd gere tu carî wî ji bîr neke. Roj bê gere cihê lê hatiye kuştin bibe muze."  Di ser mirina Hakî Karer de 45 sal derbas bûn. Karer ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo wî dibêje "ruhê min ê veşarî" ji 18'ê Gulana 1978'an heya niha her sal bi çalakiyên cur bi cur tê bibîranîn. Muslum Erîklî ku li Dîlokê gava xwendekarê lîseyê bûye Karer nas kiriye, behsa bîranên xwe yên bi Karer re kirin. SALÊN DDKD'Ê   Erîklî diyar kir ku di sala 1973'yan de ji bo lîseyê bixwîne ji navçeya Xelfetî ya Rihayê çûye DÎlokê û li vir di bi banê Komeleyên Çandê yên Şoreşger û Demokratîk (DDKD) de xwe birêxistin kiriye. Erîklî anî ziman ku wan salan pir hay ji kurdbûna xwe tune bûne û got: "Wê demê tevgerên kurdan hê nû nû derketibûn holê. Em jî, piştî em çûn van rêxistinên demokratîk me got, em kurd in. Di sala 1974'an de li Rihayê mîtîngek hat lidarxistin. Em jî tevî Komeleyên Çandê yên Demokratîk çûn mîtîngê. Di dema wê mîtîngê de me çend hevalan dirûşmeya 'Kurda re azadî" berz kir. Paşê gava em çûn Komeleyên Çandê yên Demokratîk ji me re gotin 'Gurgebozên kurdperest'. Em biçûk xistin û henekên xwe bi me kirin."    ‘KESEKÎ PIR SAKÎN BÛ'   Erîklî bi lêv kir ku ji ber ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Xelfetiyê bû bandor jê girtine û di sala 1976'an de Kemal Pîr û Cemîl Bayik nas kiriye. Erîklî, diyar kir ku bi rêya Pîr û Bayik jî Hakî Karer nas kiriye û got: "Kesekî pir sakîn bû. Giran bû. Pir nediaxivî. Wechekî wî yê esmer, wek ê kurdan hebû. ewilî me tim jê dipirsî, 'Tu kurd î?' Lê wî her tim bi dilnizmî digot, ew ne kurd e. Hevalekî fedekar û jêhatî bû."    Erîklî da zanîn ku gelek bîranînên wî yên bi Karer re hene û ji wan bîranînan behsa ya herî zêde bandor lê kiriye kir: "Lîseya me di sala 1976'an de hat girtin. Hin heval ji bo xwendinê çûn bajarine din. Ez jî çûm Xelfetiyê û heftê 5 rojan li Xelfetiyê bûm. Dawiya heftê jî dihatim Dîlokê. Carekê gava hatim Dîlokê, ez çûm mala ku Hakî lê dima. Li mala xwendekaran bû. Pantorê wî qetiyayî bû û xwarin çêdikir. Ji ber ku li malê tiştekî ku çêbikira tune bûye, Hakî çûye qesêb û hestî anîne. Ji qesêb re gotiye 'ez ê wan bidim kûçikê xwe.' Gava çûm, ew hestî çêdikirin. Her cara ku tê bîra min digirîm. Ew hestî xistibûn nava avê û ew dikelandin û petatek jî xistibûyê. Nan jî tune bû. Bi min re jî pere tune bû, lê ez çûm min ji hevalekî deyn kir û da Hakî. A din a rojê cardin pereyê wî tune bû. Çûye ew pere dane Nûman Ûçarê ku zarokên wî hebûn. Gotiye, 'Em dikarin bi zikê birçî razên lê zarok na' û pere dane wî."    ‘JI BO NEÇE EZ LI BER GERIYAM'   Erîklî destnîşan kir ku Karer xwedî qebîliyeteke xurt a qanehkirinê bûye û ji bo kêliya hat kuştin ev tişt anî ziman: "Beriya bê qetilkirin bi çend rojan em tim li cem hev bûn. Hevalekî bi navê Mehmet Ûzûn hebû. Got, gava ew bi hev re li qahwexaneyê bûne Alaattîn Kapan li qehwê gotiye 'Kî bi xwe bawer e bila wer bi min re têkeve nîqaşê.' Min ji Hakî re got neçe. Min got, Alaattîn provakator û sîxur e, dibe ku zirarekê bide wî. A din a rojê li Parka Kirkayakê Hakî û Mehmet Ûzûn hatin cem min û gotin, wê biçin Taxa Hacibabayê. Ji bo neçe cardin li ber geriyam, lê çendî got 'temam' jî lê dîsa jî çû. Êvarê Mehmet Ûzûn hat mala ku em lê diman û got, bera Hakî dane. Wê kêliyê esman li ser serê me rûniştin. Em neçar man."    WERGIRTINA CENAZE   Erîklî bilêv kir ku ji bo cenazeyê Hakî Karer ji dest polîsan wergirin di nava xwe de planek çêkirine û wiha berdewam kir: "Me cenaze wergirt û ji bo em wî bibin Ordûyê em çûn nexweşxaneyê, lê polîs li nexweşxaneyê bûn. Bi wesayîtên sivîl gelek polîsên di dest wan de çekên lûledirêj anîbûn û li wir sekinîbûn. Paşê hevalan got, plana wergirtina cenaze betal bûye û xwest em bela bibin. Em paşê sedema wê hîn bûn. Birêz Abdullah Ocalan hatibû Dîlokê. Min ew nedît, lê wî gotiye bila bela bibin. Birêz Ocalan hîs kiriye ku armanca wan komkujî bûye û ji ber vê nehiştiye em plana xwe pêk bînin."    ‘GELÊ KURD GERE TU CARÎ WÎ JI BÎR NEKE'   Erîklî destnîşan kir ku di jiyana xwe de du kesên qet ji bîr nekirine hene; ew jî Kemal Pîr û Hakî Karer in û di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ez tu hevalî ji bîr nakim, lê ev her du nav pir cuda ne. Hakî kesekî pir taybet bû. Her kesî jê hez dikir. Ma mimkun e ku mirov Hakî ji bîr bike? Gava diçû mêvandariya xwarin çêdikir, firaq dişûştin, ber dilê zarokan xweş dikir. Ji xwe bêtir li hevalên xwe difikirî. Gava birçî bûbûna jî ewilî hevalên xwe têr dikir. Pir ji gelê kurd hez dikir, kesekî pir girêdayî tevgerê bû. Gelê kurd gere tu carî wî ji bîr neke. Roj bê gere cihê lê hatiye kuştin bibe muze. Ne tenê di salvegeran de gere em her roj wî bibîr bînin."    MA / Emrûllah Acar