Kê îtirafkarê Doza Kobanê 'qaneh' kiriye? 2022-05-18 09:24:27 ENQERE - Derket holê ku di dosyeya Doza Kobanê de dadgehê daxwaza dozger a ji bo îfadeya şahid Kerem Gokalp red kiriye. Dadgehê ji ber ku Gokalp daxwaz nekiriye, lê dozger ji ber xwe de doza îfadeya wî kiriye daxwaza dozger red kiriye. Lê di heman rojê de daxwaznameya "erêdanî"yê ya şahidê îtirafker gihîştiye ber destê dozgeriyê.  Di Doza Kobanê de têkildarî şahidê îtirafkar Kerem Gokalp de belgeyên girîng derketin holê. Li gor van belgeyan, Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarê, ji bo îfadeya şahid Gokalp bê girtin serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 2'yan a Enqereyê daye. Lê dadgehê diyar kiriye ku tu daxwazeke bi vî rengî ya Gokalp tune ye û ji ber vê daxwaza dozgeriyê red kiriye. Lê di heman rojê de daxwaznameya "erêdanî"yê ya Gokalp gihaştiye ber destê dozgeriyê.    Bi fermana dozgerê dosyeya lêpirsînê Ahmet Altûn, di 29'ê Kanûna 2019'an de serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 2'yan a Enqereyê hatiye dayîn ji bo îfadeya Gokalp bê girtin. Dozgeriyê di nivîsa xwe de ji dadgehê xwestiye ku ji bo îfadeyê, teşxîskirinê û cihnîşandanê Gokalp ji bo 4 rojan ji Girtîgeha Sîncan a Hejmar 2'yan a Tîpa F'yê bê derxistin.    DAXWAZ HAT REDKIRIN   Dadgeriyê di 24'ê Kanûna 2019'an de têkildarî daxwaza dozgeriyê de, biryar daye. Dadgehê di biryar xwe de diyar kiriye ku ancax li gor benda 92/2 a qanûna 5275'an û benda 250 a qanûna jimare 5271'ê girtî an jî hikumxwar ji bo demeke kurt ji girtîgehên bên derxistin. Dadgeriyê di biryara xwe de nîşan daye ku di vê çaçroveyê de di dosyeya lêpirsînê de tu agahî an jî belgeyên derbarê "erêdayîna" vî kesî de tune ne û ji ber vê daxwaza dozgeriyê red kiriye.    DI HEMAN ROJÊ DE 'ERÊDAYÎN'   Piştî ku dadgeriyê daxwaza dozgeriyê red kiriye, di heman rojê de daxwaznameya "erêdayînê" ji Serdozgeriya Komar re hatiye şandin. Dozgeriyê jî rojek bi şûn de daxwaznameya "erêdayînê" ya Gokalp berpêşî dadgeriyê kiriye û dadgeriyê jî biryara "çavdêriya îdarî" ya li ser Gokalp rakiriye. Piştî vê biryarê Gokalp ji girtîgehê hatiye derxistin û ew birine TEM'a Midûriyeta Polîsan a Enqereyê. Gokalp, 15 rojan li vira maye û piştî dozger Altûn îfadeya wî girtiye di 7'ê Çileyê de cardin ew birine girtîgehê.    PIŞTÎ ÎFADEYÊ ÎDIANAME HAT QEBÛLKIRIN   Nayê zanîn bê ka kî piştî biryara redkirinê ya dadgeriyê ji bo "erêdayînê" çûye an jî çûne girtîgehê û bi daxwaznameya "erêdayînê" îfadeya Gokalp li kirasê "li gor usûlê" fesilandiye an jî fesilandine. Lê parêzerên dozê vê yekê wekî "kûmpasê" dinirxînin. Îfadeyên Gokalp ku bi vê rêbazê li midûriyeta polîsan hatine girtin, stûna îdianameya Doza Kobanê ne û roja îfadegirtinê ya îdianameya dozê jî teqabulî 7'ê Çileya 2020'an dike.    DOZGER LI GIRTÎGEHAN LI ÎTIRAFKARAN GERIYA'   Derbarê awayê peydakirina şahidên wekî Gokalp de tu belge tune ne, lê Altûnê ku di 25'ê Hezîrana 2018'an de bi biryarnameya HSK'ê tayinî Wekîltiya Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê hatibû kirin, ji bo Doza Kobanê cardin hatibû peywirdarkirin û ji 26'ê Kanûna 2018'an ve teblîxat ji şaxên TEM'ê re şandibûn ku îfadeya kesên di çarçoveya çalakiyên 6-8'ê Cotmehê de ketine ber lêpirsînê û paşê bûne "îtirafkar" bê girtin.    MA / Firat Can Arslan