Şaredarê ku got, 'ez dewlet im' deriya mala welatiyekê mor kir 2022-05-18 12:24:46   ŞIRNEX - Şaredarê Bajaroka Tilqebînê yê AKP'î Mehdî Tatar, ji welatî Îsmaîl Taştamûr re got, 'Ez AKP'î me, dewet im. Xizmetê nadim te' û deriyê mala wî mor kir û piştre jî av û ceyrana wî asteng kir.    Şaredarê Bajaroka Tilqebînê ya navçeya Silopiyayê ya Şirnexê yê AKP'î Mehdî Tatar û kekê wî keya Mesût Tatar, ji ber gelemşeya ku pê re dijîn deriya mala welatî Îsmaîl Taştamûr (47) mor kir. Taştamûr ku li bajarokê dijî, di sala 2020'an de li erdê xwe yê tapokirî maleke ava kir. Bi hinceta ku mala Taştamûr li "herêma leşkerî" ye Şaredarê AKP'î Tatar deriyê wê mor kir. Piştre di nivîsên fermî ku ji qereqolê re hatin nivîsandin de hat destnîşankirin ku mala ya Taştamûr e. Rexmî vê jî şaredarî avê ji bo mala Taştamûr girê nade.    GELEMŞEYA ERD   Îsmaîl Taştamûr, mexdûriyeta ku dijî vegot, diyar kir ku di sala 2016'an de beriya ku bibe şaredar Mehdî Tatar li taxa Cûmhûriyetê li ser erdê wî mal lêkiriye û giliya wî kiriye û ji ber vê yekê doza wî bi Tatar re heye. Taştamûr, da zanîn ku  ji ber li nav erdê xwe mal lêkiriye doz lê hatiye vekirin û doza wî bi dawî nebûye û wiha got: "Di sala 2019'an de Mehdî Tatar bû şaredar û kekê wî Mehmet Tatar jî li taxa Cûmhûriyetê bû keya. Lê ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê Mehmet Tatar keyatiya xwe radestî birayê xwe Mesût Tatar kir. Şaredar Mehdî Tatar û birayê xwe Mesût Tatar me ji xizmetên şaredarî û keyatiyê mehrûm dihêlin. Borûyên me yên qenelîzasyon û erxên me yên avê çênekirine. Ji ber doza me ya sala 2016 li dijî me wiha tevdigerin."   DERIYÊ WÎ MOR KIRIN   Taştamûr, destnîşan kir ku mala di sala 2020'an de li herêma Tipik a bajarokê li nav erdê xwe lê kiriye jî ji aliyê şaredariyê ve deriyê wê hatiye morkirin û ev tişt anî ziman: "Beriya ku malê lê bikim, ji bo diyarkirina sînorên kuçe û kolanê serî li şaredariyê da û daxwaza erndezyar kir. Ji ber ku şaredariyê endezyar nede min jî endeyarek taybet anî û sînorên xwe diyar kir. Piştî ku mala min hat ber qedandin şaredariyê deriyê min mor kir. Şaredariyê angaşt kir ku ev der qada leşlerî ye û ji ber vê derî mor kir. Di nivîsên ku ji cihên eleqedar re hat nivîsandin de hat tespîtkirin ku ev der tapoyê min e."   ŞAREDARÊ AKP'Î: EZ DEWLET IM    Di berdewamê de Taştamûr, bi lêv kir ku Mehdî Tatar bi derfetên şaredariyê dixwaze tola xwe ji min bigire û wiha pêde çû: "Ji bo kişandina ceyranê ya mala xwe min bi 8 hezar TL'yan dîrekan kirî. Piştre ji bo ceyranê serî li DEDAŞ'ê da. Wan jî belgenameya destûra ji şaredariyê ji min xwest. Dema ku ji bo destûrê çûm şaredariyê, di navbera min û şaredar de nîqaş derket. Parastvanê şaredar kulmek li pişta min da û min ji şaredariyê derxist. Bi gotina, 'Ji şaredariyê derkeve em ê te bikujin' gef li min xwarin. Bi heman rengî ji bo ava şebekê jî pirsgirêk dijîm. Xeta avê di ber deriyê min re derbasî qada TIR'an dibe. Lê avê nadin min. Li rast û çepê mala min gelek mal û kargeh hene. Avê kişandine wan tenê nadine min. Doza me ya sala 2016'an hê jî didome. Ji ber vê niha mala min mor dikin."   Taştamûr, ragihand ku şaredarê AKP'î Mehdî Tatar jê re gotiye, 'Ez AKP'î me. Dewlet im. Xizmetê nadim te' û ev daxwaz kirin: "Dixwazim ku mor li ser deriyê min bê rakrin, av û ceyrana min bê girêdan. Ez xizmeta ku şaredarî ide gel dixwazim."   Rayedarê şaredariyê ku me bi telefonê xwe gihandê, diyar kir ku doza her du aliyan bi hev re heye û dadgehê didome û wê derbarê mijarê de agahî nede.   MA / Omer Akin