‘Hovîtî û îşkenceya 12’ê Îlonê bi AKP’ê berdewam dike’ 2022-05-18 14:32:25 WAN - Panelîstên di bîranîna cangoriyên meha gulanê de ya DBP’a Wanê de axivîn diyar kirin ku tiştên di heyama 12’ê Îlonê de qewimîn îro di şexsê AKP’ê de berdewam dikin.    Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajarê Wanê li eywanek dawetê ya li navenda bajêr bi mijara “Em di xeta azadiyê ya ji 6’ê gulanê heta 18’ê gulanê de tên ba hev” li dar xist. Moderatoriya panelê endamê Meclisa Ciwanan a HDP’a Wanê Şahîn Aktî kir û Berdevka Meclisa Jinan a DBP’a Wanê Aynûr Sarica, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û siyasetmedarê kurd Seferî Yilmaz jî wek axivêr beşdarî panelê bûn. Gelek kes tev li panelê bûn û wêneyên kesên di meha gulanê de di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin û rêz hat girtin.    ‘LEHENGÊN KURDAN CUDA NE’    Parlamenter Hasan Ozguneş destnîşan kir ku meha gulanê meha lehengiyê ye û got: “Ev leheng lehengên me hemûyan in. 40 sal in lehengên me bêyî tiştek berjewendiyê bifikirin têdikoşin û jiyana xwe ji dest didin. Lehengên Lehengên gelê kurd li dijî polîtîkayên tunekirina kurdan têdikoşin. Lehengên kurdan ji lehengên şoreşên din cudatir in. Piştî darbeya 12’ê Îlonê tenê têkoşîan tevgera azadiya kurdan li ser pêya ma, yên din hemû belav bûn. Têkoşerên azadiya kur dli dijî zilmê û zextan ji bo heqîqetê dimeşin. Di 12’ê Îlonê de civakê teslîm girtibûn lê belê têkoşerên azadiya kurd teslîm nehatin girtin. Niha jî AKP, MHP, Perînçek û Ergenekon zarokên 12’ê Îlonê ne. Tiştên di heyama 12’ê Îlonê de qewimîn îro di şexsê AKP’ê berdewam dikin.”    SEDSALA JINAN    Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Aynur Sarica jî anî ziman ku kurdan bi têkoşîna xwe dîrok nivîsand û dê jin vê sedsalê bikin kurdan û jinan. Sarica anî ziman ku ew ê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî têkoşîna xwe bidomînin.    BERXWEDANA ZINDANA AMEDÊ DIDOME    Siyasetmedar Seferî Yilmaz jî destnîşan kir ku ev berxwedan bi şehadeta Mazlûm, Çar Şoreşger, Xeyriyan a li Zindana Amedê hatiye afirandin û li dijî vê berxwedanê hêj hovîtiya li Zindana Amedê berdewam dike û niha jî girtîgeh bûne cihê îşkenceyê.    Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.