Bertek nîşanî gefa li Çobanoglu yê ÎHD’î hatiye xwarin dan 2022-05-18 14:55:11   WAN - Şaxa ÎHD’ê ya Wanê bertek nîşanî gefa li Hevserokê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Yûsûf Çobanoglu hatiye xwarin da û xwest ku kiryar bê tespîtkirin û pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin.    Di 15’ê gulanê de kesekî li ser telefonê bi hejmara nepen li Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê Yûsûf Çobanoglu geriya û gefa lê xwar. Şaxa ÎHD’a Wanê têkildarî mijarê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de nûnerên Şaxa Platforma Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Wanê, Baroya Wanê, Odeya Bijîşkan a Wanê, Lijneya Koordînasyona TMMOB a Wanê, Komeleya Jinan a Star, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Odeya Bijîşkan a Wan Colemêrgê, Sendîkaya Kar a Giştî ya DÎSK’ê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Koçberan a Serhatê amade bûn. Beşdaran pankarta “Kesek nikare parastvanên mafên mirovan bêdeng bike” vekirin.    Ji endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Hamdî Bayhan gefa li Çobanoglu hatiye xwarin şermezar kir û wiha got: “Zextekî giran li ser parastvanên mafên mirovan heye. Li gel rêveber û endamên ÎHD’ê, her wiha gef û zexta bi rêya darazê ya li ser parastvanên mafên mirovan zêde bûye. Qada mafên mirovan di bin zextekî giran de ye. Parastvanên mafên mirovan li her devera cîhanê bêyî ku li nîjad, ziman, ol, reng, zayend û nêrîna siyasî binihêrin, li dijî hemû binpêkirinên mafên mirovan têdikoşin. Parastvanên mafên mirovan û çalakiyên wan, deng û wijdana mirovahiyê ye. Gefa di şexsê Çobanoglu de hatiye kirin, li dijî hemû hêzên demokrasiyê hatiye kirin. Di şexsê Çobanoglu de parastina ÎHD’ê, parastina demokrasiya civakî, aştî û pêkvejiyanê ye.”    ‘BILA KIRYAR BÊN TESPÎTKIRIN’   Bayhan, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê serê xwe li ber tu zextan netewînin. Divê di zûtirin dem de kesên gef li Çobanoglu xwarin bên tespîtkirin û pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin. Berpirsyarî li ser milê dethilatdarî û darazê ye. Em bi Çobanoglu re ne û dibêjin ku dê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”