Cenazeyê 3 leşkeran anîn Geverê 2022-05-18 16:21:03   COLEMÊRG - Liv û tevgera leşkerî ya li navçeya Geverê didome û hat diyarkirin ku cenazeyê 3 leşkerên ku li Herêma Kurdistanê hatine kuştin anîne navçeyê.    Êrişa ku Artêşa Tirk di 17 nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê dabû destpêkirin, di roja 31'an de didome. Her wiha liv û tevgereke zêde ya leşkerî li navçeya Geverê heye. Hat hînbûn ku helîkopterên ji Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Geverê radibin ber bi Herêma Oremar a li ser xeta sînor ve diçin. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, cenazeyên 3 leşkerên ku di êrişa li dijî Herêma Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane anîne Fermandariya Cendirmeyê ya Navçeya Geverê û bi merasîmeke veşarî cenazeyê wan ji Balefirgeha Selahattîn Eyubbî şandine bajarên wan.