'Meseleya kurdî bi operasyonan çareser nabe' 2022-05-18 20:28:29   AMED - Platforma Ked û Demokrasî ya Amedê têkildarî şer de daxuyanî da û got: “Desthilat bi polîtîkayên ewlekariyê nêzikî kurdan dibe. Bi tezkerayan û operasyonan aştî û çareserî çênabe.”   Platforma Ked û Demokrasî ya Amedê derbara krîza aborî, siyasî û mijarên rojanê de li Parka Ormanê ya navçeya Pêyas a Amedê daxuyaniyek da. Endam û rêveberên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînê Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) tevli çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta li ser "Dem dema aştiyê ye" nivîsandî hilgirtin. Di çalakiyê de dirûşmeyên wekî "Heq hiqûq edalet bi têkoşînê tê' û 'Li hemberî faşizmê mil bi mil" hatin berzkirin.   Berdevkê Platforma Ked û Demokrasî ya Amedê Mustafa Yaşa daxuyani xwend. Yaşa diyar kir ku ji dîrokê jî xuya dike ku şer tu caran ji cîvakan re başî nehaniye û got: “Kêngî em dev ji behsa aştî, demokrasî û mafên mirovan bikin wê demê dê faşîzm bi ser bikeve. Li vî welatî ji xeynî aştiyê her tişt hat qisekirin. Lê dawî hilweşandin bû."   Yaşa di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku ku pirsgirêka kurdan bi dehan salin nehatiye çareserkirin û ev jî dibe cihê krîzan. Yaşa got: “Desthilat bi polîtîkayên ewlekariyê nêzikî kurdan dibe. Desthilatên hatine di dema hilbijartinan de soza çareserkirina meseleya kurdî dane, lê piştî hatine hilbijartin cardin serî li polîtîkayên ewlekariyê dane. Ev polîtîka tenê ne li Tirkiyeyê, li Sûriye û Iraqê jî tên meşandin. Aştî bi bi tezkereyan û operasyonan çênabe."    Di vê navberê d epolîsan xwest axaftina Yaşa asteng bikin, lê girseyê bi berzkirina dirûşmeya "Li hemberî faşizmê mil bi mil" û "Bimire faşîzm" û çepikan bertek nîşanî polîsan da.    Di dawiyê de girseyê paçên spî li darên parkê girêda û bi çepik û tilîliyan belav bû.