Polîsan avêt ser mala dayika Egît Îpek 2022-05-18 20:43:48   AMED – Harûn Karataş ê hatibû binçavkirin hat berdan, lê hat hînbûn ku polîsan avêtiye ser mala Halîse Aksoy, dayika Egît Îpek ê PKK'yî jî ku cenazeyê wî bi kargoyê hatibû şandin.    Li Taxa 5 Nîsan a navçeya Rezan a Amedê Harûn Karataş di avêtina ser malê de hatibû binçavkirin. Polîsan bi hinceta "kesek di malê de veşartine" avêtibû ser mala Karataş û gava di lêgerînê de tiştek nedîtibûn Karataş binçav kiribûn.    Karataş piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Rezanê hat berdan.    AVÊTIN SER MALA HALÎSE AKSOYÊ JÎ   Hat hînbûn ku polîsan avêtiye ser mala Halîse Aksoy, dayika Egît Îpek ê PKK'yî  jî ku cenazeyê wî bi kargoyê hatibû şandin. Polîsên avêtine ser malê gava li malê malê kes nedîtine ji cînaran pirsa Halîse Aksoyê kirine. Her wiha cînaran diyar kir ku polîsên avêtine ser malê ji wan pirsîne ku "Bi rastî jî cenazeyê Egît Îpek bi kargoyê hatiye şandin an na? Tiştekî wisa heye yan na?"