Li Çiyayê Cûdî şerekî giran diqewime 2022-05-20 13:55:58   ŞIRNEX - Li Çiyayê Cûdî şerekî giran diqewime. Li herêmê tevgera leşkerî heye. Hat zanîn ku helîkopterên ku leşkeran datînin derban dixwin û pişt re ji Sêrtê leşker sewqî herêmê tên kirin.    Operasyona leşkerî li Çiyayê Cûdî yê bi ser Şirnexê ve berdewam dike. Ji meha nîsanê ve tevgera leşkerî, operasyon û şer li vê herêmê diqewime.    Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên xwecihî wergirtin, li deverên Geniya Mêwik, Deriyê Çirçiro û Çala Goza yên bi ser Çiyayê Cûdî ve ji saetên serê sibehê ve şer giran bûye.   Li navenda bajêr jî tevgera leşkerî zêde bûye. Helîkopterên ji Fermandariya Leşkeriyê ya Şirnexê radibin û ber bi Çiyayê Cûdî ve difirin.    JI SÊRTÊ HELÎKOPTER RADIBIN    Hat zanîn ku di şer de helîkopteran derb xwarin e û ji herêmê vekişiyan e. Bi armanca desteka operasyonê helikopter ji balafirgeha leşkerî ya Sêrtê sewqî Çiyayê Cûdî tên kirin.