'Kujerên Zekî Çelebî reviyane Hewlêrê' 2022-05-20 15:55:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çavkaniyeke bi ewle ku wêneyên kujerê Zekî Çelebî ji RojNewsê re şandiye, kujer reviyane Hewlêrê û çavkanî gotiye: "Reva van kujeran bo Hewlêrê dide nîşandan ku ev êriş bi hevkariya MÎT-Parastin (PDK) pêk hatiye."    Ji 17’ê Gulanê ve rojeva sereke ya Başûrê Kurdistanê qetilkirina xwediyê restoranta Denîz û welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî ye. Heya niha jî hêzên ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê bêdengiya xwe ya beramber bûyerê diparêze.   Çavkaniyeke bi ewle ku ji ber sedemên ewlekariyê navê xwe neda derbarê kujerên Zekî Çelebî de agahiyekî girîng bi RojNewsê re parve kir. Çavkanî da zanîn ku kujer reviyane bajarê Hewlêrê ya di bin kontrola PDK’ê de. Çavkanî li ser xwe spartina kujeran a ji bo Hewlêrê jî wiha got: “Reva van kujeran a ji bo Hewlêrê dide nîşandan ku êrişa dijî Çelebî bi organîzeya hevpar a MÎT’a Tirk û îstîxbarata PDK’ê ya bi navê Parastin pêk hatiye.”   Çavkanî 3 wêneyên kujeran jî li gel vê agahiyê ji RojNewsê re şandiye û diyar kir dibe ku piştî belavkirina wêneyên kujeran kesên wan nas bikin, xwe bigihînin saziyên eleqeder yên ewlekariyê û agahiyên pêwîst derbarê wan de parve bikin.