Li Cizîrê qeyûm mal û milkên şaredariyê yeko yeko dewr dike 2022-05-21 09:05:12 ŞIRNEX - Qeyûm qadeke hezar û 33 metrekare ya Şaredariya Cizîrê ku wekî qada îtfaiyeyê dihat bikaranîn bêheq dewrî Wezareta Dadê kir.  Qeyûmê Şaredariya Cizîrê Mehmet Tûnç mal û milkên şaredariyê pêşêş dike. Qeyûm Davût Sînanoglû ku piştî hilbijartina 31'ê Adata 2019'an tayinî şûna Hevşaredar Mehmet Zirix û Berîvan Kûtlû hatibû kirin, ewilî dest bi dewrkirina mal û milkê şaredraiyê kiribû. Di sala 2021'ê de Qeymeqamê Navçeyê Mehmet Tûnç wekî qeyûm hat cihê Sînanoglû û Tûnç jî wekî Sînanoglû dest bi firotin û dewrkirina mal û milkên şaredariyê kir.    DEWRÎ WEZARETA DADÊ KIR   Qeyûm milkekî şaredariyê vê carê dewrî Wezareta Dadê kir. Qeyûm qadeke hezar û 33 metrekare ya Şaredariy Cizîrê ku wekî qada îtfaiyeyê dihat bikaranîn bêheq dewrî Wezareta Dadê kir.    Qeyûm Tûnç di meha Adarê de jî Parka Çarkendal a li Taxa Sûrê ji bo 25 salan bêheq dawş Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Şirnexê û di 17'Ê Gulanê de jî avahiya şaredariyê ya berê bi 55 milyon TL'yî dabû ber îhaleyê.