Esnafên Amedê ji ber bihabûnê hatine asta dikan girtinê 2022-05-21 10:17:03   AMED - Esnafên Amedê derbarê krîza aborî de axivîn, diyar kirin ku ji ber qrîzê karê ne baş bûye û ji ber bihabûnê hatin ber asta dikan girtinê.    Krîza aborî li Tirkiyeyê didome û her ku diçe kûrtir dibe. Ev jî di gelek aliyan de bandoreke neyî ya giran li civakê çêdike. Her çiqas desthilat qebûl neke û bixwaze ser mijarê bigire jî bihabûna berheman didome û faturayên ceyran, gaz û avê zêde dibin. Her wiha bilindbûna enflasyonê jî berdewame. Ev yek xwe di statîkên aboriyê de jî xwe dide der. Li gorî daneyên meha nîsanê yên Saziya Statîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) Endeksa Bihayê Mezêxeran (TÜFE) li gorî salê borî ji sedî 69,97 zêde bûye. Di heman demê de Endeksa Bihayê Hilbirîneran(ÜFE) jî li gorî salê borî  ji sedî 121,82 zêde bûye.    Esnafên Amedê ku ji vê rewşê bibandor dibin derbarê mijarê de axivîn û gilî û gazinên xwe anîn ziman.      DEYDAR DERDIKEVIN   Esnaf Abdûllah Kaçan ku zêdetirî 12 salan e mobîlyayan difiroşe, diyar kir ku karê wan gelekî kêm bûye  û qezencê wan kêm bûye û wiha got: "Sala borî me mehê 10 dolap çêdikirin niha em tenê 2-3 dolap çêdikin. Malzemeyên em bi kar tînin ji sedî 150 zêde bûne. Bikir tên bihayê pirs dikin û diçin. Karê me ji sedî 80 ketiye. Em 4 kes dixebitîn lê piştî bihabûnê me 2 karkerên xwe derxist. Em 2 şîrêk in û sala borî ji her yekî ji me re 7-8 milyon  dima. Lê îsal em bi zorê lêçûnên xwe derdixin. Em deyndar derdikevin. Berê me 6 milyon re dolabek çêdikir niha bûye 12 milyon. Li gorî sala borî kirê, ceyran û av jî gelek zêde bûye. Em gelekî zehmetî dikişînin. Sîxorta jî zêde bûye berê 900 lîre bû niha bûye hezar û 600 lîre."   'BIHAYÊ ÇADIRAN HER SEAT DIGÛHERE'   Esnaf Nîzam Bûlûtoglu ku çadirên wesayîtan çêdike jî da zanîn ku 50 sal in vî karî dike û bihabûnê bandoreke mezin li wan dike û ev tişt got: "Sala borî çadirek hezar û 800 lîre bû îro bûye 3 hezar lîre. Lê dîsa jî qezenç nakim. Sedema neqezençkirinê bihabûn e. Êdî her seat maliyêta çadiran digûhere û dahata me diçe bacê. Di heman demê de kirê û ceyran jî me pêrişan kiriye. Ceyran li gorî sala borî 3 qat zêde bûye. 50 sal in hilbirîneriyê dikim û min heta niha ewqas bihabûn û rêvebiriya xirab nedîtiye."Em nikarin pêşiya xwe bibînin. Garantiya seatekî jî tunneye. Berê me plansaziya salekê çêdikir niha nikarin a rojekê bikin. Sedema vê jî desthilat bixwe ye. Heke di rojên pêş de Tirkiye bibe welatekî demokratîk û edalet bê welat wê krîza aboriyê jî çareser bibe. Xezîneyê Tirkiye vala kirine."   'HER TIŞT JI QONTROLÊ DERKETIYE'   Esnaf  Husnî Çîçek ku nêzî 40 salan e karê nanpêjiyê dike jî bi lêv kir ku ji serê sibê heta êvarê dişuxile lê heqqê keda xwe dernaxin û ev tişt anîn ziman: "Kîjan dema ku ji bo arvan telefon dikim dibêjin, 'arvan biha bûye'. Yanî dest û lêngên te girêdayî ne û nikarî tiştekê jî bikî. Nanpêjek berê 4-5 malbatan xwedî dikirin, îro nikarin malbatekê jî xwedî bikin. Îro bûye ku êdî em nikarin êzing û arvan bikirin. Em hilbirîner êdî tu tişt qezenç nakin. Îro her tişt ji qontrolê derketiye û bi vî awayî berdewam bike ez ê dikanê bigirim. Di vê pêvajoyê de mirov nikare pêşiya xwe bibîne. Arvan niha bûye 420, tona êzingan bûye hezar û 600 lîre, ceyran jî hezar û 700 lîre tê. Yanî dahat û lêçûn li hev nayê."   HATIYE BER ASTA DIKAN GIRTINÊ   Ercan Asana ku 30 sal in karê sediye û dergûşan dike, destnîşan kir ku berê darên bi milyonek dikirîn niha bûye 6 milyon û nîv û wiha got: "Şeş qat zem hatiye ser. Bikir bixwe jî nikare bikire. Bihayê wan jê re jî zêde tê, bi rastî sucê me jî tune ye malzeme, boya, tûtkal, ceyran û dar her roj biha dibe. Em kar nakin û tu sal min weke îsal zehmetî nekişandiye. Heke wisa here em ê dev ji karê xwe berdin û dikana xwe bigirin."   'BER KARÊ ME BAŞ BÛ'   Ramazan Mûngan ku li çarşiya Şewitî sobe, mangal û dawlûnbazan çêdike jî ev gilî û gazin kirin: "Berê karê me baş bû. Çarşî şên bû, lê niha tu kes tuneye. Malzemeyê ku ez bi kar tînim sac e, ji sedî 150 biha bûye. Em nizanin ku çi bikin. Karê ku em dikin me xelas nake. Berê ji navçeyên Amedê, Dersimê, Çewlikê, Mêrdînê bikir dihatin lê niha dinihêrî tu tişt tuneye."