Polîsên bi unîformayê Heyvasor piştî ‘alîkariyê’ sîxurtî ferzkirin 2022-05-21 10:54:58   ERZIROM - Kesên bi cilên peywîrdarên Heyvasor li gundan qoliya alîkariyê belav dikirin, li kesên ji bo alîkariyê gazî Qeymeqamtiya Xinûsê kirin, sîxurtî ferzkirin.    Kesên hatin li gundên Xas û Dumanli yên navçeya Xinûsa Erziromê û xwe weke “Peywîrdarên Heyvasor” dan nasîn, qoliyên alikariyê belavkirin. Kesên ku unîformayên Heyvasor li xwe kirin, ji bo welatî alîkariya pere bigirin gazî Qeymeqamtiya Xinûsê kirin. Welatiyên ku çûn qeymeqamtiyê bûn şahid ku kesên xwe weke peywîrdarên Kizilayê dan nasîn polîs in. 3 welatiyên ji ber ewlehiyê nexwestin navê xwe bidin, tiştên jiyan ji ajansa me re vegotin.    LI GUND PEYWÎRDARÊN HEYVASOR LI QEYMEQAMTIYÊ ENDAMÊN ÎSTÎXBARATÊ NE   Ji welatiyan ê ewil, bi lêv kir ku dema çûn qeymeqamtiyê, kesên ku qoliyên alîkariyê dane wan xwe weke “endamên îstîxbaratê” dane nasîn û rewşa pê re rûbirû ma wiha vegot: “Kesên weke xebatkarên Heyvasor hatin gund, dema ez çûm qeymeqamtiyê xwe weke endamên îstîxbaratê dane nasîn. Ji min re pirsa “Li herêmê çi xebatên HDP’ê hene û HDP’î çi karî dikin?’ pirsîn. Min ji wan re bi gotina ‘ez ji bo vê yekê nehatim vir, agahiyê nadim we’ bertek nîşanî wan da. Dema ku min bertek nîşanî wan da bi gotinên ‘Heke tu bi me re nexibîtî ji xwe re rêbazeke mirinê hilbijêre, tu ne di ferqa hêza dewletê de yî. Heke tu bi me re nexibitî ji niha ve ji xwe re girtîgehekê biecibîne, tu dê di demekî nêz de biçî wê derê’ gef li min xwarin. Min ev rewş qebûl nekir û xwest min berdin. Ji min re gotin ‘em ê te hêj bibînin’ û piştî du saetan ez berdam.”   FERZKIRINA SÎXURTIYÊ    Welatiyekî din jî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide jî diyar kir ku dema çû Qeymeqamtiya Xinûsê ew birine odeyekê û polîsên ku beriya niha qoliyên alîkariyê belavkirine ew xistine lêpirsînê. Welatî anî ziman ku polîsan sîxurtî li wî ferzkirine û wiha got: “Ji min re gotin here odeya ku wan nîşanî min da. Ez çûm odeyê hîn bûm ku ew kesên weke xebatkarên Heyvasor hatin gund polîs in. Xwestin ku alîkariya wan bikim. Ji min xwestin ku kî li gund çi dike, navên kesên deng didin HDP’ê û li gund axaftinên siyasî yên çawa tên kirin ji wan re ragihînim. Min ev yek qebûl nekir.”   GEFA MIRINÊ XWARIN   Welatî, da zanîn ku polîsan ewilî jê re gotine ku dê pere û wesayîtê bidin we û wiha berdewam kir: “Dema min ji wan re got ez ê biçim miduriyeta polîsa giliyê web ikim; ji min re gotin ‘cihê tu dixwazî dikarî biçî, her tişt di destê me de ye’. Bi mirinê gef li min xwarin û gotin ‘Heke em bibîhizin te propagandaya HDP’ê û Tevgera Kurd kiriye em ê serê te jê bikin. Hûn hemû dê hêza dewletê bibînin.’ Min jî li dijî bêhiqûqiya hate kirin li ber xwe da. Piştî du saetan ez berdam. Têkildarî vê bûyerê ez biçim li dozgeriyê giliyê wan bikim.”   ‘WALIYÊ ERZIROMÊ FERMAN DA’   Welatiyekî din jî diyar kir ku polîsan li qeymeqamtiyê bi saetan tundiya devkî û psîkolojîk lê kirine û pirsên “Tu çima diçî avahiya HDP’ê? Liv ir ji we re çi vedibêjin?” jê pirsîne. Welatî da zanîn ku polîsan bi gotina “An tu dê bi me re bixebitî an jî em nahêlin tu li vir bijî” gef lê xwarine û wiha domand: “Min bersiva pirsên wan neda û ji wan re got ez ê biçim qereqolê û giliyê wan bikim. Ji min re gotin ‘Tu biçî ku derê here, me tu bi fermana walî gazî vê derê kirî. Tu mecbûrî bersiva van pirsan bidî?” Dema min bi israr got ez bersiva pirsan nadim. Ji min re gotin ‘em ê jiyana te tar û mar bikin, tu dê ji niha û şunde ji me re bixebitî heke tu nikarî li van deran bisekînî.’ Pişt re ez berdam.”   Li aliyê din hate diyar kirin ku gelek welatî bi heman awayî gazî Qeymeqamtiya Xinûsê hatine kirin û sixurtî li wan hatiye ferzkirin.