Xizmên girtiyan hatin gelhev: Em têkoşînê mezin bikin 2022-05-21 15:52:17   STENBOL - Xizmên windayan ku di bernameya TDÎ'yê de hatin gelhev, banga mezinkirina têkoşîna ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan kirin.    Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan (TDÎ), li Weqfa Lêkolînên Huner, Çand, Estetîk, Perwerde û Zanîstê (BEKSAV) ya li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê bi bernameyeke taştê bi malbatên girtiyan re hat gelhev. Gelek xizmên girtiyan, çalakgerên Nobeta Edaletê, rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER), Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erol Katircioglû û endamên Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê tevlî bernameyê bûn. Li baxçeyê Weqfê ku bername lê hat lidarxistin pankarta "Ji şewitandina înfaza re dawî û ji girtiyan re azadî" hat daleqandin.    'RÊYA ÇARESERIYÊ PÊKVE TEVGERANDIN E'   Di bernameyê destpêkê Berdevkê Demê yê TDÎ'yê Hidir Sabûr axivî û diyar kir ku zarokên wan ên girtî tiştekî xerab nekirine û banga xwedî derketin û lidarxistina çalakiyên ji bo girtiyan kir. Piştî Sabûr Parlamenterê HDP'ê Erol Katircioglû axivî û ev tişt got: "Ne pêkane ku Tifaqa Millet pirsgirêkên welat çareser bike. Di Destûra Bingehîn de gelek maf û azadî hatine naskirin lê em qet leqayî vê rewşê nayên. Daxuyanî dayîna me jî tê qedexekirin û em bi zextên polisan re rû bi rû dimînin. Ji bo ku em van neheqiyan derbas bikin divê em bi hev re tevbigerin û li demokrasiyê xwedî derkevin. Rêya çareseriyê di pêkve tevgerandinê re derbas dibe.    'EM NATIRSIN Û JI BO HERKESÎ EDALETÊ DIXWAZIN'   Piştî Katircioglû jî çalakgerên Nobeta Edaletê Kûmrî Akgul û Cemîle Çîftçî axivîn. Her du dayikan jî di axaftinên xwe de polîtîkayên desthilatê yên li dijî girtî û girtîgehan rexne kirine û gotin ku natirsin û ji bo herkesî daxwaza edaletê dikin. Her wiha dayikan, destnîşan kir ku wê heta ku zarokên wan û hevalê zarokên wan azad nebin wê li ser piya bin û daxwazên xwe bidomînin.    'EM Ê PÊKVE TÊBIKOŞIN'   Parêzer yagmûr Kavak jî bal kişand ser hejmara girtiyên nexweş û destnîşan kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê ne 5 hezar bi qasî 10 hezaran girtiyên nexweş hene. Diberdewamê de Kavak, bal kişand ser zextên ji bo daxwazên girtiyên nexweş û li dijî van zextan û bêhiqûqiyê banga têkoşîna pêkve kir.    Piştî axaftinan bername bi çepikan bi dawî bû.