Ji bo girtiyê weremî banga berdanê kirin 2022-05-21 16:29:28   STENBOL - Di çalakiya "Rûniştina F" de ji bo girtiyê nexweş Fatih Gul ku rapora wî ya ji sedî 41 "nikare kar bike" heye û bi nexweşiya weremê ketiye banga berdanê hat kirin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, çalakiya xwe ya "Rûniştina F" ku her hefte li dar dixin di hefteya 530'an de li avahiya xwe komeleyê li dar xistin. Di çalakiya vê heftê de qala rewşa girtiyê nexweş Fatîh Gul ku li Girtîgeha Hejmar 4 a Tîpa L a Sîlîvriyê tê girtin hat kirin. Di çalakiyê de pankarta "Bila girtiyê nexweş Fatîh Gul bê berdan" hat vekirin û dûrişmeyên mîna "Bia girtiyên nexweş bên berdan" , "Bila Fatîh Gul bê berdan" , "Tedawî maf e nikare bê astengkirin" û "Mirov bi mafê xwe mirov e" hatin berzkirin.    13 SAL IN GIRTÎ YE   Di daxuyaniyê de Endama Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Zeynep Yildiz axivî û rewşa Gul anî ziman. Yildiz, destnîşan kir ku li gorî agahiyên ji xwişka wî girtine Gul 13 salên girtî ye û nexweşiyên mîna werem, bêhnçêkandin, kerbûn û dîyaframê bi Gul re peyda bûne û ev bang kir: "Beriya bê girtin jî nexweşiya wî ya weremê hebûye. Piştî tê gritin tedawiya tê astengkirin. Divê ku baş bvê tedawîkirin û bi awayekî rêk û pêk dermanên xwe bi kar bîne. Beriya 3 salan ji ber xetandina diyaframê ji mirinê xelas bû. Rexmî ku rapora wî ya ji sedî 41 "nikare kar bike" heye jî li girtîgehê girtî ye. Di şexsê Gul de divê hemû girtiyên nexweş bên berdan."