Ji bo nexweşê KOAH’ê yê 67 salî Yilmaz banga ‘berdana bilez’ hate kirin 2022-05-21 17:18:01 ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, diyar kir ku girtiyê nexweşê giran Bazo Yilmaz, ji ber nexweşiya KOAH’ê dikare bi piştgiriya hevalên xwe pêdiviyên xwe yên şexsî pêk bîne û banga berdana bilez kir.  Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 402’yemîn a çalakiya xwe ya heftanê de li pêş Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin gelhev û daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku pankarta “Tedawî maf e nikare were astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin de Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen axivî. Çevîrmen, rewşa girtiyê nexweşê giran Bazo Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Rihayê tê ragirtin vegot.    Çevîrmen, da zanîn ku Yilmaz 67 salî ye û nexweşê KOAH’ê ye. Çevîrmen, diyar kir ku di sala 2014’an de teşhîsa astimê danîn ser Yilmaz û anî ziman ku ji ber Yilmaz di sala 2016’an de 25 rojan di binçavan de di şertên nebaş de mabû nexweşiya wî vegeriya KOAH’ê. Çevîrmen, da zanîn ku Yilmaz di dîrokên cuda de du caran derketiye heyete lê tu encam negirtine.    ‘BI DARÊ ZORÊ JIYANA XWE DIDOMÎNE’   Çevîrmen, dest nîşan kir ku demekî dirêje Yilmaz nikare pêdiviyên xwe tena serê xwe pêk bîne û wiha got: “Ji ber vê yekê neçar e ku bi piştgiriya hevalên xwe bijî. Dîsa bi cihazê bêhn û dan û stendinê bi darê zorê jiyana xwe didomîne. Heta ku cihaz bikarneîne nikare bêhnê bistîne, biaxive û jiyana xwe bidomîne. Di hevdîtina bi malbata wî re jî hatiye dîtin ku di bêhn stendinê de zehmetiyê dikişine û piştî her axaftinê kuxiyaye. Dîsa hate dîtin ku gelek zeîf bûye û rewşa wî ya giştî her ku diçe ber bi nebaşiyê ve diçe.”   Çevîrmen, ji bo ku Yilmaz li cem malbata xwe bikare tedawiyê bibîne banga berdana bilez kir.