ROJEVA 22'YÊ GULANA 2022'YAN 2022-05-22 09:00:01   * Amediyan ku bertek nîşanî êrişên bi hevkariya AKP-MHP'ê û PDK'ê dan bilêv kirin gelê kurd û vîna gelê kurd ji berjewendiyên hemû partiyan mezintir in û gotin, PDK berbayî lîstika AKP û MHP'ê dikeve.   * Ji şîrketa organîzasyonê ya Seymenê Yasîn Gungor ku nerazîbûna xwe ya ji bo qedexekirina lîstika "Don Kîxot"ê anî ziman, destnîşan kir ku dê bersiva wan a herî mezin a li dijî van qedexeyên trajîkomîk tijekirina hêwanan be.    * Qeyûmê Şaredariya Êlihê Park AVM a Êlihê ya bi 635 milyon TL'yî bi 150 milyon TL'yî da ber firotinê.    * Li Elbakê eskeran Erhan Gorur kuştibûn. Di doza derbarê kuştina Gorur de dê fermandar Yasîn Erkoç bi sûcê "kuştina bi tawanbar" bê bê darizandin.    * Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn anî ziman ku qedexekirina hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dijî qanûnê ye û got: "Hiqûqa navnetewî jî bi awayekî siyasî nêzî vê meseleyê dibe."   * Xwîşka Talat Turkoglu ku 26 sal berê hatibû windakirin Munîbe Turkoglu diyar kir ku dayika wê heta dawiya emrê xwe dev ji têkoşîna xwe ya edaletê berneda û wiha got: “Gotina dayika min a herî dawî ev bû; ‘dev ji lêgerîna kurê min bernedin.’ Piştî dayika xwe jî min dest bi têkoşîna edaletê kir.”    * Cenazeyê Abdurrahman Coşkun ku hatibû windakirin, 23 sal piştre di bîrekê de hatibû dîtin. Kekê Coşkun, Mehmet Coşkun got ku ya ku hatiye kirin ne karê kesekî lê polîtîkaya dewletê bû.    * Ji ber operasyona li dijî Çiyayê Cudî, leşker nahêlin welatî biçin gundên xwe. Welatiyan bertek nîşan dan û wiha gotin: “Di salên 90’î de gundên me şewitandin û îro jî qedexe dikin. Em dixwazin ev operasyon bi dawî bibin.”    * Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan û wiha gotin: “Tirkiye her ku têk diçe, hêrsa xwe ji sivîlên li wargehê derdixîne.”    * Cerdevanên ku di êrişên ser Avaşîn û Heftanînê de tên bikaranîn dan zanîn ku di êrişê de pêşketin tune ye û ev tişt anîn ziman: “Me weke amûr bi kar tînin. Dewlet nikare li herêmê şer bike û tenê topên hewanê diavêje.”    * Welatiya bi navê Zeynep Temel diyar kir ku wan di salên 90’î de cerdevanî qebûl nekirin û wiha bang li cerdevanên beşdarî êrişên ser Zap, Metîna û Avaşînê kir: “Divê hûn ji xwe şerm bikin.”    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar dê di roja 440’an de berdewam bike.    * Lijneya Koordînasyona Bajêr a TMMOB a Amedê dê bi mijara “Têkoşîna li dijî tunekirinê û rêyên jinûveavakirinê” panelekê li dar bixe. (09.00-17.00)   * Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ku bi mebesta protestokirina binpêkirinên li girtîgehên Herêma Egeyê greva birçîbûnê ya du rojan dabû destpêkirin, dê çalakiya xwe bi serdanên saziyan bidomîne. (12.00)   *HDK, HDP, DBP û TJA dê têkildarî êrişa Tirkiyeyê ya bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dane destpêkirin, li pêşiya Şîşlî Cevahîr AVM daxuyaniyê bide. (17:00) (ZINDÎ)