Amedî: PDK berbayê lîstika AKP-MHP'ê dikeve 2022-05-22 09:02:03   AMED - Amediyan ku bertek nîşanî êrişên bi hevkariya AKP-MHP'ê û PDK'ê dan bilêv kirin gelê kurd û vîna gelê kurd ji berjewendiyên hemû partiyan mezintir in û gotin, PDK berbayê lîstika AKP û MHP'ê dikeve.    Êrişên leşkerî yên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federal a Kurdistanê ji 17'ê nîsanê ve didomin. Armanca van êrişan ku ji xeynî malbata Barzanî hemû kurd bertek nîşanî wan didin, jiholêrakirina destkeftiyên kurdan e.    Amediyan ku bertek nîşanî PDK'ê dan gotin, helwesta PDK û MHP'ê ya li hemberî kurdan heman helwest e.    ‘PDK, BERBAYÊ LÎSTIKA AKP Û MHP'Ê KET'   Giyasettîn Kiliç anî ziman ku desthilata AKP'ê tenê ne li nava sînor li hemû parçeyên Kurdistanê êrişê dibe ser kurdan. Kiliç destnîşan kir ku PDK berbayê lîstika AKP û MHP'ê ketiye û got, ji ber ku PDK şirîkantiya polîtîkayên qirkirina kurdan dike gelê kurd wê şermezar dike.    ‘ARMANCA BARZANÎ NE GELÊ KURD E'   Kiliç destnîşan kir ku kapîtalîzm bi xwe re faşîzm aniye û wiha domand: "Faşîzm dijminatiya her tiştî dike, dijminatiya kedê, nasnameyê, çandê, mirovahiyê û demokrasiyê dike. PDK jî xwe radestî polîtîkayên kapîtalîzmê kir. Armanca Barzanî ne statuya Kurdistanê û gelê kurd e, armanca wî li gor faşîzmê tevbigere. Gelê Başûr jî ji vê yekê ne razî ye. Niha gelê Başûr jî li ber PDK'ê radibe û naxwaze PDK şirîkantiyê bi dewleta tirk re bike."    Bi domdarî Kiliç bang kir ku divê tu kurd piştgiriya PDK'ê nekin û di her şert û mercî de li ber rabin û ev tişt anî ziman: "Em dixwazin PDK dev ji vê lîstika qirêj û şirîkantiya xwe ya bi dijmin re berde."    ‘DÊ HEYA KENGÎ WISA BIDOME?'   Fîkrî Genîş jî bilêv kir ku tim neheqî li gelê kurd tê kirin û ev neheqî niha bi şer tê dewamkirin. Genîş, got: "Erdogan doza çi li gelê kurd dike? Madem desthilat ji me hez nake, nexwe bila me hemûyan bikuje. Em şer naxwazin. Ger aştî çênebe dê şer û mirin bidomin. Ma dê ev mirin heya kengî bidome? Tiştên hatine serê gelê kurd ger bihatana serê gelekî din dê kesî jî qebûl nekirana. Lê gava behs tê ser kurdan her kes xwe li nedîtinê datîne."    ‘PDK, DIVÊ BI AQILÊ AKP-MHP'Ê HEREKET NEKE'   Welatiyê bi navê Salih Kizil jî destnîşan kir ku şerê niha li hemberî gelê kurd tê kirin ne şerekî nû ye û wiha pê de çû: "Xwediyên esasî yên vê axê kurd in. Em bêbextiya kurdan a li kurdan bi tu awayî qebûl nakin. PDK, divê bi aqilê AKP-MHP'ê hereket neke. MHP doza qirkirina me dike û ên din jî dibin şirîkên wê."    ‘DIVÊ GELÊ KURD BÊDENG NEMÎNE'   Kizil di berdewama axaftina xwe de bang li Pêşmergeyên PDK'ê jî kir û got, Barzanî yekîtiya gelê kurd naxwaze, tenê li gor berjewendiyên xwe hereket dike û lewma divê Pêşmerge guh li Barzanî nekin. Kizil got: "Pêşmerge divê guh li Barzanî nekin û li hember birayên xwe şer nekin. Bang li rewşenbîr, mamoste, rûspî û gelê kurd ê li Başûr dikim; li ber vî şerî rabin. Êdî bila aştî çêbibe."    ‘PDK Û MHP LI SER HEMAN XETÊ NE'   Sînan Ay jî bibîr xist ku PDK di sala 1992'yan de jî li ser xeta bêbextiyê bûye û got, di navbera desthilata Barzanî û ya Tirkiyeyê de tu ferq tune ye. Ay, bilêv kir ku PDK bi dijminên kurdan re hereket dike û got: "Gelê kurd piştî vê saetê tu carî biratiya PDK'ê naxwaze."    YEKÎTÎ   Welatiyê bi navê Hasan Fîdantek jî anî ziman ku ev welat hebûna gelê kurd naxwaze û got, Barzanî jî şibiyaye wan. Fîdantek, bilêv kir ku tu gel wekî gelê kurd zilm nedîtiye û got, lê gelê kurd dê bi yekîtiyê karibe ji heq van pêkanînan derkeve.