Keskîn: Qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re dijqanûnî ye 2022-05-22 09:06:56   STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn anî ziman ku qedexekirina hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dijî qanûnê ye û wiha got: "Hiqûqa navneteweyî jî bi awayekî siyasî nêzî vê meseleyê dibe."    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 23 sal in di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin, ji 25'ê adara 2021'ê heya niha xeber nayên girtin. Zêdetirî 13 meh in ne parêzerên wî, ne wasiyê wî û ne jî malbata wî nikarin hevdîtinê pê re bikin. Mafê hevdîtinê yê Ocalan bi hinceta cezayên disiplînê yên par hatine dayîn tê astengkirin.   Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn tecrîda li Îmraliyê û cezayên disiplînê yên wekî hincet tên nîşandan nirxandin.    PERGALA ÎNFAZÊ YA ÎMRALIYÊ   Keskîn anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan dem bi dem diguhere. Keskîn bibîr xist ku heya salên 2000'an "keştî xerabe ye" wekî hincet dihat nîşandan. Keskîn bilêv kir ku ev hincet dûrî rastiyê bû û biryarên wê demê biryarên Daîreya Şerê Taybet bû. Keskîn ku wê demê yek ji parêzerên Ocalan bû, diyar kir ku wê demê gava hevdîtin bi dozger re kirine, dozger ji wan re gotiye "ê karbidest ne ez im" û wiha domand: "Ji wê çaxê heya niha dewletê li Îmraliyê ne hiqûqa xwe ya navxweyî bi kar anî ne jî peymanên navneteweyî yên îmzeya wê li bin. Li Îmraliyê pergaleke înfazê ya ecêb ku yek ji me jî jê fêm nake û kes jê xwe nade ber karbidestiyê heye."    Keskîn destnîşan kir ku tecrîd tê wateya "îzolekirina ji civakê" û ev pêkanîn di salên 2000'an de bi çêkirina Girtîgehên Tîpa F'yê pêk hatiye û ji bo vê "Operasyona Vegera Li Jiyanê" ku tê de 28 girtî jiyana xwe ji dest dabûn bibîr xist. Keskîn got: "Ev pergala tecrîdê asas ji bo Ocalan hatibû çêkirin. Ez wisa difikirim ew bûyer jî girêdayî vê bûn."    POLÎTÎKAYA ŞER Û TECRÎD   Keskîn diyar kir ku di salên 2000'an de tevî hin astengiyan jî parêzeran hevdîtin bi Ocalan re dikirin, lê piştî pêvajoya di bin navê "çareseriyê" de ya di navbera 2013-2015'an de bi dawî bû tecrîda li Îmraliyê dijwartir bûye. Keskîn destnîşan kir ku Ocalan aktorekî siyasî yê mezin e û got: "Gava nayê xwestin dengê Ocalan bê bihîstin tecrîd girantir dibe." Keskîn anî ziman ku sedema sereke ya tecrîda li ser Ocalan polîtîkayên şer ên li hundur û derve ne.    ASTENGKIRINA HEVDÎTINÊ   Keskîn destnîşan kir ku astengkirina hevdîtina parêzeran û malbatê ya bi Ocalan re bi hiqûqê nayê ravekirin û got, peymanên navnetewî yên ku Tirkiyeyê îmze daniye binî wan vê yekê qedexe kirine. Keskîn bilêv kir ku qedexekirina hevdîtina bi parêzeran û malbatê re dijqanûnî ye û got: "Mixabin mekanîzmaya venihêrandinê ya peymanên bi vî rengî nayê şixulandin. Tirkiye van peymanan binpê dike. Hiqûqa navnetewî jî bi awayekî zêde nêzî vê meseleyê dibe. Bi taybetî jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Neteweyên Yelbûyî pir siyasî nêzî meseleya kurdî dibin. Tew Tirkiyeyê diparêzin. Tirkiye ne dewleteke hiqûqê ye. Hiqûqa xwe ya navxweyî jî binpê dike."    'DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'   Keskîn di dawiya nirxandina xwe de destnîşan kir ku biryarên ku Tirkiye dide ne biryarên hiqûqî ne, siyasî ne û got: "Tecrîda li Îmraliyê, tecrîda li girtîgehan, astengiyên mezin ên li ber azadiya fikr û ramanê... A rast em hemû di girtîgehekê de ne. Ê min bi xwe 26 sal cezayê min ê hepsê, qedexeya min a derketina derve, kontrolên min ên edlî hene û dibe ku ji nişka ve bêm girtin. Em hemû tên tecrîdkirin. Ev tecrîd li seranserê erdnîgariyê belav bûye. Ez ji sala 1989'an ve di nava tevgerên mafên mirovan de me. Em bûn şahidê pêvajoya êrişên fizîkî, cinayetên kontrgerîllayan û windayan. Lê min tu carî wekî niha nedîtiye ku bê azadiya fikr û ramanê ev qasî hatibe binpêkirin."    Keskîn diyar kir ku demildest divê tecrîda bi dawî bibe û ji bo Ocalan karibe dîtinên xwe ragihîne derve divê derfet bên çêkirin.    MA / Ergîn Çaglar