Qeyûm dê AVM ya bi 635 milyon TL'yan bi 150 milyon TL'yan bifiroşe 2022-05-22 09:08:37   ÊLIH - Qeyûmê Şaredariya Êlihê Park AVM a Êlihê ya bi 635 milyon TL'yî bi 150 milyon TL'yan da ber firotinê.    Şaredariya Êlihê di sala 2008'an de dest bi çêkirina Navenda Danûstendinê û Jiyanê ya Park Êlihê (AVM) kiribû. Înşeata AVM'ê di sala 2010'an de hatibû temamkirin û Şîrketa Golden Parkê ew kirêkiribû. Lê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin qeyûm ew di 26'ê mijdara 2021'ê de dabû ber firotinê. Komîsyona Îhaleyê ya di bin banê qeyûm Hûlûsî Aydin ê cihê wî hatibû guherandin de di 12'ê îlonê de li hev kom bûbû û îhaleyê bi hinceta kes tevlê nabe betal kiribû. Rêvebiriya qeyûm îhaleya 2'yan jî di 23'yê gulanê de ragihandibû. Qeyûm AVM'yê bi 150 TL'yî da ber îhaleyê.    Fiyetê ku qeyûm ji bo AVM'ê diyar kiriye bû cihê nîqaşan. Dînamîkên bajêr diyar dikin ku ev fiyet pir erzan e û Desteya Koordînasyona Bajêr a Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB) a Êlihê diyar kir ku fiyetê rastîn ê AVM'ê 635 milyon û 375 hezar TL ye.    Hevşaredarê Şaredariya Êlihê Mehmet Demîr ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin, anî ziman ku xeyrîmenqûla herî mezin a şaredariyê ev AVM ye û niha qeyûm dixwazê wê bi miftî beşal bifiroşe.    Demîr destnîşan kir ku pergala qeyûêtiyê pergala "talankirinê" ye û got: "Bi awayekî dij qanûnî meqama şaredariyê dagir kir û bi biryarên ku tevî 3 encumenên hatine tayinkirin çavkaniyên şaredariyê talan dike. Îcreata wî ya dawî jî firotina Park AVM'ê ye ku ev xeyrîmenqûla herî mezin a şaredariyê ye."    Demîr diyar kir ku qeyûm dixwaze AVM'ê bide AKP'iyan û got: "Bi vî fiyetî berpêşkirina wê ya ji bo îhaleyê nîşan dide ku qeyûm û rêvebiriya AKP'î li pişt deriyan li hev kirine. Fiyetê wê di ser 600 milyonî re ye, lê dixwaze wê bi 150 TL'yî bifiroşe."   Demîr, destnîşan kir ku dê destûra vê talankirinê nedin.    MA / Fethî Balaman