Fermandarê ku Gorur kuştî dê bê darizandin 2022-05-22 09:10:55   WAN - Welatiyê bi navê Erhan Gorur li Elbak ji hêla leşkeran ve hatibû kuştin. Di doza derbarê kuştina Gorur de dê fermandar Yasîn Erkoç bi sûcê "kuştina bi tawanbar" bê darizandin.    Li gundê Qaşqol ê navçeya Elbakê ya Wanê di 14'ê hezîrana 2020'an de Erhan Gorur bi fîşeka leşkeran jiyana xwe ji dest dabû. Îdianameya têkildarî kuştina Gorur de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Wanê ve hat qebûlkirin. Dê fermandar Yasîn Erkoç bi sûcê "kuştina bi tawanbar" bê darizandin.    5 FÎŞEK LÊ KETINE   Îdianame ji rûpelekê pêk tê. Di vî rûpelî de hatiye diyarkirin ku 5 fîşek li Gorur ketine û ji van fîşekan 2 jê yên derba kuştinê bûne.    FÎŞEK A ÇEKA ERKOÇ E   Di îdianameyê de hatiye bilêvkirin ku guleya ji canê Erhan Gorur hatiye derxistin a çeka fermandar Yasîn Erkoç e. Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku gumanbar di îfadeya xwe de gotiye çar caran berdaye, lê ji laşê Gorur 5 gule derketine û ev jî nîşan dide ku bersûc bi baldar tevnegeriyaye û wiha hatiye gotin: "Gumanbar nizanibû dê ev encam rû bide. Lê li gor encamê ji derbên wî 2 jê derbên kuştinê ne. Û wisa tê fêmkirin ku qisûra sûcdar di wesfê qisûra bi zanebûnî de ye."    Sûcdar Yasîn Erkoç dê di 31'ê gulanê de li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê bê darizandin.    ÇI QEWIMÎBÛ?   Di sala 2020'an de li gundê Qaşqol ê navçeya Elbak a Wanê leşkeran bera Erhan Gorur ê 20 salî dabûn. Di vê êrişê de Gorur jiyana xwe ji dest dabû û Saîm Yilmaz jî bi giranî birîndar bûbû. Saîm Yilmaz ê bi giranî birîndar bûbû gotibû, "Li ber çavê min bera Erhan dan. Gotin 'Tu terorîst î, ez ê te bikujim' û gef xwarin." Piştî bûyerê 10 leşkerên payebilind ên Qereqola Eşmepinarê û Dozgeriya Elbakê îfadeya wî girtibûn. Pişt re îfadeya Yasîn Erkoç û 5 serdesteyên pispor hatibû girtin.    Fermandar Yasîn Erkoç di îfadeya xwe de anîbû ziman ku wî bera her 4 welatiyan daye û tekane berpirs ew e, lê dîsa jî hatibû berdan.    Piştî 2 salan Dozgeriya Komarê ya Wan ê îdianame amade kir û berpêşî dadgehê kir.    MA/ Hakan Yalçin