Şêniyên ser sînor: Di salên 90’î de gundên me şewitandin û niha jî qedexe dikin 2022-05-22 09:35:59 ŞIRNEX - Piştî kuştina 8 leşkeran li Çiyayê Cudî, ketin û derketina li sê gundên quntarê Çiyayê Cudî hatin qedexekirin. Şêniyên van gundan bertek nîşan dan û wiha gotin: “Di salên 90’î de gundên me şewitandin û niha jî qedexe dikin. Em dixwazin êdî operasyon bi dawî bibe ku em vegerin gundên xwe.”    Di 30’ê nîsanê de di navbera endamên HPG/YJA Starê û leşkerên Tirkiyeyê de li Çiyayê Cudî şer derket. Di şer de 8 leşker hatibûn kuştin. Piştre jî li dijî herêmê operasyona leşkerî hatibûn destpêkirin û operasyon hêj berdewam e. Bi destpêkirina operasyonê re ji 11’ê gulanê ve ketin û derketina gundên Avgamasiya, Serêdehlê û Şilerît ên Şirnexê ku dikevin quntarê Çiyayê Cudî, hate qedexekirin. Şêniyên gundên navborî têkildarî qedexeyan axivîn û gotin ku dixwazin biçin gundên xwe.    Ji welatiyan Rahîme Akil (42) a ji gundê Şilerîtê da zanîn ku ji ber operasyonê destûr nayê dayîn ku biçin gundê xwe û wiha got: “Ji ber qedexeyê baxçeyên me ziwa bûn û sewalên me bêxwedî man. Ji bo çûyîna gund bi zor û zehmet destûrê digirin. Lê di ketina gund de me disekinînin û lêgerînê dikin.  Niha hatin û çûna gund tune ye. Mîna salên berê niha jî gundên me li me tên qedexekirin. Di salên 90’î de gundên me hatin şewitandin, wêrankirin û zarokên me hatin kuştin. Niha jî nahêlin em biçin gundên xwe. Tu carî li gundê me şer xelas nebû. Dema em diçin gund gelek pirsan ji me dikin. Du rêyên ketina gund ji hêla leşkeran ve hatine girtin. Bila van operasyonan bi dawî bikin û em jî vegerîn gundê xwe.”    ‘HER SAL QEDEXE DIKIN’   Ayşe Taşar (40) jî ji gundê Avgamasyayê ye û piştî ku di sala 94’an de gundê wan hatî şewitandin, koçî navenda Şirnexê bûbûn. Taşar, diyar kir ku ji ber qedexeya di sala 2016’an de dîsa koç bi wan ketiye û wiha domand: “Em dîsa vegeriyan gundê xwe. Ev 12 roj in em nikarin bikevin gund. Ax û welatê me her tim qedexe ye. Baxçeyên me ziwa bûn. Gund û çiya li me qedexe kirine. Ne em dikarin pincar kom bikin û ne jî dikarin çandinî û sewalkariyê bikin. Ji bilî karê gund, karekî ku em bikin tune ye. Tenê dema em ji bo baxçe û sewalan diçin destûrê didin. Di wesayîtên me de lêgerînê dikin. Dema em diçin pancar nasnameyên me digirin û di vegerê de dîsa didin me. Operasyonên li çiyayên me hêj didomin. Em dixwazin bi serbestî biçin gundê xwe. Hem darên me tên birîn û şewitandin, hem jî qedexe dikin. Bila ev operasyon bi dawî bibin ku em jî bikarin vegerin gundê xwe.”     ‘OPERASYON HÊJ DIDOME’   Ji şêniyên gundê Şelerîtê, Ayastan Akil (39) jî xwest operasyon bi dawî bibe û ev tişt anî ziman: “Me fêkî û zebze çandine. Lê hemû ziwa bûn. Em bi zorê destûrê digirin ku biçin gundê xwe. Gundiyên ku sewalên wan hene nikarin biçin û bên. Ji bo ketina gund carnan destûrê didin û carnan jî nadin. Operasyona li Çiyayê Cudî hêj didome. Em debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikin. Em dixwazin vegerin gundê xwe. Di salên 90’î de ji xwe gundê me hilweşandin, niha jî qedexe kirin. Em jî hinek aramî û xweşiyê dixwazin.”   ‘BI DESTÛRA WAN EM DIÇIN GUNDÊ XWE’   Têkildarî mijarê ji şêniyên gundê Avgamasyayê Zeynep Akil (65) jî berteka xwe wiha nîşan da: “Em debara xwe ji gundê xwe dikin. Jixwe em di pêvajoyeke giran de ne. Hemû tişt ber bi xirabûnê ve diçe. Di ketina gund de li nasnameyên me dinihêrin, wesayîtan kontrol dikin û me di hejmêrin. Em li gund karê xwe dikin û piştre dîsa vedigerin. Em duh çûn lewma heta çend rojên din nikarin biçin. Bax û baxçeyên me tevek ziwa bûn. Berê jî dihat qedexekirin, hilweşandin û şewitandin. Niha jî tê qedexekirin. Em jî êdî jiyaneke xweş dixwazin. Ji xwe jiyaneke zehmete û bi van qedexeyan hêj zehmettir dibe.”