Şêniyên Mexmûrê: Tirkiye her ku têk diçe êrişî sivîlan dike 2022-05-22 09:49:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê êrişên Tirkiyê şermezar kirin û wiha gotin: "Tirkiye her ku têk diçe, hêrs û kîna xwe ji welatiyên sivîl ên wargehê derdixîne."   Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) ev sê sal in Wargeha Penaberan a Mexmûrê dorpêç kiriye. Wargeh, duh careke din bû hedefa êrişên hewayî yên Tirkiyeyê. Di encama êrişa balafira biçek û bêmirov de ciwanek birîndar bû. Li wargeha ku di sala 1998'an de li Navçeya Mexmûr a Mûsilê hatiye avakirin, 12 hezar kes dijîn. Ji peywirdarên Konsolosxaneya Hewlêrê Osman Kose di 17'ê tîrmeha 2019'an de hate kuştin û ji wê rojê ve jî PDK'ê ambargo daniye ser wargehê. Her wiha Tirkiye jî gelek caran li dijî wargehê êrişên hewayî dike. Şêniyên Mexmûrê bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan û diyar kirin ku êrişên Tirkiyeyê, encama têkçûna wan a li Zap, Avaşîn û Metînayê ye.     'NE DOZA XWE NE AXA XWE'   Ji niştecihên Mexmûrê Hacer Tok anî ziman ku ew di bin gefên Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê de ne û wiha got: "Me 27 sal berê ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê xaka xwe berda û em penaberî vê derê bûn. Lê dîsa jî bela xwe ji me venakin. Îro dîsa kampa me bi êrişa hewayî hedef hat girtin. Em li vir dest ji doza xwe jî axa xwe jî bernadin. Gelek mirovên me di nava kampê de hatin qetilkirin."    NY VEXWEND BERPISYARIYÊ   Ji şêniyan Kendal Aydin jî bal kişand ser êrişên Tirkiyê yên li Zap, Metîna û Avaşînê  û ev tişt anî ziman: "Her ku Tirkiye di şer de têk diçe, hêrs û kîna xwe ji welatiyên sivîl derdixe. Banga me ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY), aktîvîstên mafên mirovan û Hikûmeta Navendî ya Iraqê ew e ku bi berpirsyariya xwe rabin. Ew dê bi tu awayî nekarin vîna me têk bibin û me dîl bigirin."   'DÊ, BAV Û ZAROKAN DIKUJIN'   Her wiha Meryem Şêxmûs jî bertek nîşanî êrişên li ser Mexmûrê da û axaftina xwe wiha qedand: "Dayik, bav û zarokên me li ber çavên me dikujin. Her roj êrişî kampa me dikin. Em penaberên jin zarok kal û pîr in."