‘Tevî zilmê jî me cerdevanî qebûl nekir û bila cerdevan ji xwe şerm bikin’ 2022-05-22 10:23:13   ŞIRNEX - Welatiya bi navê Zeynep Temel diyar kir ku di salên 90’î de li gel ewqas zilm û zordariyê jî cerdevanî qebûl nekirine û wiha got: “Me xaka xwe neterikand. Gelê kurd bi têra xwe zilm û zordarî dîtiye. Divê ji dîroka xwe dersê bigire û cerdevaniyê qebûl nekin. Bila cerdevan ji xwe şerm bikin.”    Dewleta tirk di salên 90’î de li bakurê Kurdistanê bi hezaran gund şewitandin, rûxand, xelkê wê koçber kir û zordariyeke mezin li ser gel kir. Di heman demê de li şêniyên gundan cerdevanî ferz kir û gelemperiya kesên li dijî vê sepanê derdiketin jî hatin koçberkirin. Yek ji gundên ku rastî zilm û zordariya dewletê hatin jî gundê Setkariyê yê Elkê ya Şirnexê ye. Tevî hemû zilm û zordariyê jî şêniyên gund cerdevanî qebûl nekirin û li ser xaka xwe man. Ji şêniyên gund Zeynep Temel (55) têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku divê gelê kurd bi tu awayî cerdevaniyê qebûl neke.    Zeynep Temel, diyar kir ku zilm û zordariyeke mezin li wan hate kirin û wiha got: “Xwestin me ji gund derxînin û cerdevanî li me ferz kirin. Lê me cerdevanî qebûl nekir. Em tu carî bêrûmetiyeke wisa qebûl nakin. Lewma zilma li ser me zêdetir kirin. Her roj bi ser gund de digirtin û hewl dan me koçber bikin. Hevjînê min gelek caran hate îşkencekirin û bi salan di girtîgehê de ma. Ji ber îşkenceyên lê hatibûn kirin, astengdar bû. Em kurd in û tiştên li dijî nirxên xwe qebûl nakin. Li gundê me kesekî cerdevanî qebûl nekir û niha jî tu cerdevan nînin. Tevî ewqas zilmê jî me gundê xwe berneda. Em cerdevanên tev li şer dibin şermezar dikin. Ew jî kurd in. Bila ji xwe şerm bikin.”    ‘DIVÊ KURD BO XWE DERSAN JI DÎROKÊ BIGIRIN’   Bi domdarî Temel anî ziman ku heke kurdan cerdevanî qebûl nekiribûya, li herêmê ewqas zilm nedihat kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke cerdevan bi dijmin re tevnegeriyabûna, dê ev parçebûn çênebûbûya. Dê welatê me jî nehata dagirkirin. Tişta herî xirab jî cerdevan dikin. Heke ji xiyaneta wan nebûya, ewqas koçberî û kuştin çênedibû. Divê kurd bo xwe dersan ji dîroka xwe bigirin. Tiştê ku me nejiyayî nema ye. Dil û bîranînên me bi êş û eleman tije ne.”    ‘EM Ê XIYANETA BARZANIYAN JI BÎR NEKIN’   Di berdewamê de Temal bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re û ev tişt anî ziman: “Em ê tu carî vê xiyaneta Barzaniyan ji bîr nekin. Me ewqas êş û zilm dît. Ma em ê çawa xiyaneta Barzaniyan ji rêzê bibînin? 7 sal berê gundê me hate topbarankirin û kurê min şehîd bû. Pê re tiyê min û jinmam a min jî jiyana xwe ji dest dan. Kurekî min niha li Wanê di hefsê de ye. Kurdan gelek êş û zilm dîtin. Êrişên ser me niha jî berdewam in. Dewleta tirk tu carî bela xwe ji me venake. Niha jî bi Barzanî re li dijî me şer dike. Barzanî êdî mîna dewleta tirk e. Heqê Barzanî nîne ku kurdan bi kurdan bide kuştin. Tirk birine ser xaka kurdan û tiştên kirêt dike.”    ‘DILÊ ME BI ZAROKÊN ME RE YE’   Temel, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dayik li dijî şer in. Niha li hêla Iraqê şerekî giran heye. Dilê me bi zarokên me re ye. Hêvî û duayên me li gel wan in. Em dayik serkeftin û aştiyê dixwazin. Barzanî ji zû ve ye xiyanetê dikin. Barzanî bûye hevalê dijmin. Xiyaneta Barzanî, bêbextiya li dijî kurdan e. Ew tiştê kes jî qebûl nake û hemû kurd jî dizanin ku ev tişt şaş e. Lê bi sala ye kurd li dijî xiyanetê li ber xwe dide û dê bi ser jî bikevin.”