Dema birîn goreyek li piyê wî bû û hestiyên wî 23 sal piştre hatin dîtin 2022-05-22 10:55:54   MÊRDÎN - Cenazeyê Abdurrahman Coşkun ku hatibû windakirin, 23 sal piştre di bîrekê de hatibû dîtin. Kekê Coşkun, Mehmet Coşkun, da zanîn ku dema birayê wî birîn di piyê wî de tenê goreyek hebû û wiha got: “Ev zarok ne tenê ji hêla çend kesan ve hatin kuştin, ev polîtîkaya dewletê bû.”    Di 29’ê cotmeha sala 1995’an û 8’ê adara 1996’an de li Kerboran a Mêrdînê gelek kes hatin windakirin û qetilkirin. Bi salan piştre 3 jê zarok bi giştî hestiyên 7 kesan hatin dîtin. Yek ji wan jî Abdurrahman Coşkun ê 21 salî bû. Di sala 1991’an de di encama teqîna mayinê de kekê wî Dervîş Coşkun jiyana xwe ji dest da û bavê wî Alî Coşkun jî dema diçû nav rezê xwe yê li gundê Dîlanê, di 18’ê cotmeha sala 1993’yan di encama gulebarana leşkeran de hate qetilkirin. Du sal piştî qetilkirina bavê xwe, dema xwendekarê dibistana amadehî hate binçavkirin û windakirin. Dayika Coşkun, yek ji wan dayikên destpêkê bû ku ji bo dîtina cenazeyê kurê xwe li Qada Galatasarayê çalakî li dar xist. Cenazeyê Coşkun, 21 sal piştre li 150 kîlomîtroyan dûrî Kerboranê, li gundê Tilzêrîn ê Qoserê hate dîtin. Hestiyên Coşkun, bi hestiyên Nedîm Akyon ê 16 salî re hatin dîtin. Kekê Coşkun, Mehmet Coşkun têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî.    MÛSA ÇÎTÎL, HURŞÎT ÎMREN, MEHMET TÎRE   Mehmet Coşkun, da zanîn ku gundê wan di sala 1992’yan de hate valakirin û wiha got: “Piştre jî em koçî Kerboranê bûn. Demek piştre bavê min dîsa vegeriya gund. Dema ku Mûsa Çîtîl Fermandariya Cendirmeyan bû, bavê min di 62 saliya xwe de hate qetilkirin. Ji wê rojê ve em neçûn gund. Di sala 1995’an de dema birayê min hatiye binçavkirin, Hurşît Îmren Fermandarê Tabûra Mêrdînê û Mehmet Tîre jî Fermandarê Cendirmeyan bû. Di 29’ê cotmeha sala 1995’an de leşkeran bi ser Kerboranê de girtin û 10 xizmên me hatin binçavkirin. Birayê min Abdurrahman jî di saetên êvarê de hate binçavkirin.”    DI PÊYEKE WÎ DE GORE HEBÛ   Bi domdarî Coşkun ew kêlî wiha vegot: “Nehiştin em derkevin derve. Dayika min xwest goreyên wî lê bike. Lê destûr nedan. Di piyekê wî de gore hebû. Bi qontaxa tifingê li dayika min xistin. Dayika min li dîwar ket. Destên Abdurrahman ji nava destên wê derketin. Cerdevanan jî gef li me dixwarin ku em dernekevin. Me nekarî heta serê sibehê rakevin. Bi serê sibehê re em çûn ber deriyê qereqolê. Gelek gundî beriya me hatibûn wê derê. Wê şevê nêzî 50 kes hatibûn binçavkirin. Ji ewilî ji me re gotin ku nehatine binçavkirin. Vêcarê me serî li dozgeriyê da. Wan jî got ku dê îfadeyên wan bigirin û berdin. Me li wir fêm kir ku kuştî hebûn. Tirsiya bûn. Em çûn cem dozger û ji me re got ku birine Mêrdînê û dê werin berdan. Dewlet niha wî dozgerî nabîne.”    LI QAZANA KALORÎFERÊ ŞEWITANDIN   Coşkun, da zanîn ku wê demê gelek caran pêşniyazname dane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me gilî kir lê xwestin dosyayê bigirin. Piştî ku cenazeyê Suleyman Seyhan (57) ji hêla malbata wî ve hatiye dîtin, çawişê pispor Bîlal Bastirir cihên cenazeyan nîşan dan û got ku cenaze li qazana kalorîferê şewitandine û tune kirine. Piştre jî Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê dest pê kir. Doz li Mîdyadê dest pê kir lê bi hinceta ‘ewlekariya’ bersûcan, veguhestin Semsûrê. Ji roja destpêkê heta niha dewletê piştgirî da bersûcan. Kujerên van zarokan heta niha jî nehatine dadgehê. Dewlet ji wan razî ye. Dewletê ew parastin û naxwaze em derheqê wan de tiştekî bibêjin. Dixwazin dosyayê bigirin. Dewletê ew diparastin. Heke zarokekî 12-13 salî bibêje ez ê dewletê birûxînim jî ma gelo cezayê wî dibe kuştin? Mixabin dewlet wiha ye.”    BAWERIYA BI EDALETÊ NEMA YE   Di berdewamê de Coşkun destnîşan kir ku baweriya wan a bi hiqûq û edaletê nemaye û wiha pê de çû: “Windakirina zarokên me ne karê çend kesan e. Polîtîkaya dewletê bû. Ji Kerboranê heta Enqereyê pergalek hebû. Polîtîkaya wan ev bû. Ne karê cerdevanekî yan jî fermandarekî qereqolê bû. Pergala dewletê bû. Haya meclisê jî jê hebû. Dozgerê bi peywira taybet bangî me kir û xwest em delîlên di destê xwe de bidin wî. Me jî delîl anîn û 6 caran çûm Amedê û me destûra kolandinê girt. Ji cihên destpêkê tiştek derneket. Me piştre destûra kolandina cihekê din girt. Wê carê me hinek hestî dîtin. Dozgerê wê demê yê Kerboranê got; ‘kê cihê wan nîşanî te da?’ Haya dozger ji her tiştekî hebû. Lê dewlet niha wî dozgerî nabîne.”    ŞANDE HATE GUHERTIN   Coşkun, daxuyand ku bi mehan li hestiyan geriyane û ev tişt anî ziman: “Me hestiyên hinek windakiriyên din û gorên komî dîtin. Me hestiyên birayê min jî herî dawî li gundekê Qoserê dîtin. Dê tiştek ji doza me dernekeve. Malbat tên xapandin. Yek şande jî nekete danişîna sêyemîn. Tevî agahiyên midûrê dibistanê, qeymeqam û ajokarê panzerê yê wê demê jî dadgehê delîl xwestin. Dibêjin edalet û hiqûqa me heye. Dewlet dibêje ku heke îspat û delîl hebin dikare ceza bide. Lê ew jî naxwazin ceza bidin. Em jî xwe dixapînin. Rêyeka me ya din nîne. Em ê dev ji kujeran bernedin. Çi dibe bila bibe em ê li pey zarokên xwe bin. Ev dewlet, sûcdar e. Zarokên me bi destê dewletê hatin kuştin. Dewletê ew kes peywirdar kiribûn. Leşkeran yek dikuştin û diavêtin bîran. Gundên hatine valakirin di bin kontrola leşkeran de bûn. Dewlet, xwedî li kujeran derdikeve. Navenda wan, kaniya ku avê jê vedixwin û yên fermanê didin wan tevek jî yek cihe.”    ‘DIBÊJÎ QEY ME SAX ANÎ YE’   Têkildarî têkoşîna edaletê ya dayika xwe Hediye Coşkun jî Mehmet Coşkun wiha got: “Dayika min bi salan li Abdurrahman geriya. Piştî ku dîtî jî jiyana xwe ji dest da. Cara ewil dayika min, Dayika Berfo (Kirbayir), Sakîne Ocak û Dayika Fatma çûn Qada Galatasarayê û çalakiya Dayikên Şemiyê dan destpêkirin. Dayika min gelek têkoşiya û gelek êş kişandin. Lê hestiyên Abdurrahman dîtin. Şîna wî jî danî. Dilê wê hinek rehet bûbû. Dê bêjî qey me Abdurrahman sax anîbû. Bawer nedikir ku em ê hestiyên wî bibînin. Çend heyf û mixabin ku em di nava lepên dewleteke wisa de ne ku ne heqê me didin me û ne jî me têxin şûna mirovan.”    MA / Ahmet Kanbal