Cerdevanên li sînor tên girtin: Di şer de pêşketin tune ye û me weke amûr bi kar tînin 2022-05-22 11:11:41   ŞIRNEX - Cerdevanên li Heftanîn û Avaşînê hatine bicihkirin anîn ziman ku dewletê ev 2 sal in tu pêşketin bi dest nexistine û wiha gotin: "Me wekî amûr bi kar tînin. Dewlet nikare şer bike, tenê ji hewa ve êriş dike."   Êrişên Tirkiyeyê yên bi piştgiriya PDK'ê li Zap, Metîna û Avaşînê di 17'ê nîsanê de daye destpêkirin di roja 36'emîn de didome. Hêzên Zêrevan, Gulan û çeteyên Roj ên girêdayî malbata Barzanî jî li herêmên navborî beşdarî êrişan dibin û ev êrişên wan berdewam in. Her wiha gelek cerdevan jî cihê xwe di nava van êrişan de digirin û li ser xeta sînor hatine bicihkirin. Cerdevan her roj nîqaşên di navbera xwe û leşkeran de tînin rojevê. Herî dawî di pevçûnên 19'ê gulanê yên li Heftanînê de cerdevan Mehmet Emîn Şak ê ji gundê Herdîşê yê Qilebanê jiyana xwe ji dest da û cerdevan Îslam Sak, Neçîrvan Sak û Nazim Sak jî birîndar bûbûn.    Cerdevanên li herêmên Cûdî, Gabar û Bestayê ji bo qirkirina daran hatine şandin jî di êrişan de tên bikaranîn.    Cerdavanên ji gundên Germav, Mezrayên Memxuran, Karçîna, Çeman û Tivorê yên girêdayî Elkê ku li Avaşîn û Zapê tên bicihkirin, anîn ziman ku di êrişê de tu pêşketin nehatine bidestxistin û di van êrişan de cerdevan weke amûr tên bikaranîn.    'EW JI ME GELEK BIHÊZTIR IN'    Cerdevanên ku nexwestin navên xwe bibêjin, diyar kirin ku ev du sal in li heman cihî tên girtin û ev agahî dan: "Gelek cerdevanan gotin 'Ma çi karê me li Iraqê heye' û nehatin. Em ji par ve diçin lê heya niha em tim li heman cih de dimînin. Heya niha tim hêzên li hemberî me êriş dikin. Ên li vir ji tirsa nikarin serê xwe derbixin. Ew ji me gelek bihêztir in. Li Heftanînê tiştekî ku leşker û cerdevan bikin tune ye. Ev li vir tenê îstixbaratê pêk tînin. Ji tirsan nikarin şer bikin. Li Cihekî liv û tevgerekî biçûk çêbe anons dikin û Balafirên biçek û bêmirov (SÎHA) ji asiman êrişan pêk tînin. Yên li hember dema ku topekî hewanê jî davêjin vî alî ji bo ku nemirin em heye êvarê xwe di bin zinarekî de vedişêrin."   CERDEVAN WEKE AMÛR TÊN BIKARANÎN    Di berdewamê de jî cerdevanan anî ziman ku ew li cihên mayinkirî tên bikaranîn û wiha gotin: "Ji tirsan kesek nikare tiştekî jî bibêje. Cerdevan mirî ne yan sax in ne bi xema tu kesî ye. Cerdevanan weke amûr bi kar tînin. Di navbera Cerdevan û leşkeran de jî tu hevkarî nîn e. Her kesek ketiye xema canê xwe."   'DIBÊJIN EM DÊ BERDIN'   Cerdevanan got ku di şer de heta niha tu pêşketin bi dest nexistine û ev tişt anîn ziman: "Heya niha gelek cerdavanên bi darê zorê ji herêmên şer re hatine şandin dibêjin ku em dê dev ji çekê berdin. Cerdevan ditirsin ku biçin. Ji ber ku di şer de tu pêşketin tune ye."