Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê şahidê her tiştî ye 2022-05-22 11:21:01   RIHA - Çalakiya malbata Şenyaşar a Nobeta Edaletê di roja 440’an de bênavber didome. Malbatê di çalakiya îro de bal kişand ser dizîna qeydên kamerayên nexweşxaneyê û wiha got: “Dibe ku hûn hêza siyasî bi kar bînin û dest deynin ser qeydên kamerayan. Lê xelkê Rihayê şahidê her tiştî ye.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtin û darizandina kujeran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 440’an de jî berdewam kir. Ji ber ku dawiya hefteyê deriyên edliyeyê girtî ne, malbatê çalakiya xwe li Pirsûsê li mala xwe domand.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî têkildarî dizîna qeydên kamerayan ên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ev peyam parve kir: “Divê hiqûq û edalet nebe qurbaniyên berjewendiyên siyasî. Dibe ku hûn hêza siyasî bi kar bînin û dest deynin ser qeydên kamerayan. Lê belê xelkê Rihayê şahidê her tiştî ye.”