11 salan li pey şopa kurê xwe ket: Dev ji lêgerîna wan bernedin 2022-05-22 12:16:07 STENBOL - Xwîşka Talat Turkoglu ku 26 sal berê hatibû windakirin Munîbe Turkoglu diyar kir ku dayika wê heta dawiya emrê xwe dev ji têkoşîna xwe ya edaletê berneda û wiha got: “Gotina dayika min a herî dawî ev bû; ‘dev ji lêgerîna kurê min bernedin.’ Piştî dayika xwe jî min dest bi têkoşîna edaletê kir.”       Dayikên Şemiyê ku li hestiyên xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin/qetilkirin digerin, aqûbeta wan dipirsin û dixwazin hesabê ji dewletê bipirsin, di 27’ê gulana sala 1995’an de li Qada Galatasarayê kom bûn. Li gel ku hatin binçavkirin, girtin, îşkencekirin û hedef hatin nîşandan jî, ev 27 sal in têkoşîna xwe ya edaletê bênavber didomînin. Dayikên Şemiyê, vê mîrasa xwe ya têkoşînê niha jî dewrî nifşên nû dikin. Li gel çalakiya ku Dayikên Şemiyê di sala 1995’an de dabû destpêkirin, dîroka 17-31’ê gulanê jî bi pêşengtiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) weke “Hefteya Windakiriyan” tê bibîranîn.    Ji ber polîtîkaya dewletê ya “Bi darê zorê bide windakirin” a salên 90’î, bi hezaran kes bi awayekî “Kiryarnediyar” hatin qetilkirin/windakirin. Yek ji van kesan jî Talat Turkoglu ye ku di 1’ê nîsana sala 1996’an de piştî ku ji malê derketî êdî tu agahî jê nehatin girtin û dosyaya ber “demborînê” ket û hate girtin. Turkoglu, di 29’ê adara sala 1996’an de çû serdana dayika xwe ya li Edîrneyê û di 1’ê nîsana heman salê de xwest vegera mala xwe ya li Avcilar a Stenbolê. Ji wê rojê ve tu agahî ji Turkoglu nayên girtin. Turkoglu, Serokê Partiya Karkerên Sosyalîst a Tirkiyeyê yê berê bû û piştî ku hatî windakirin, dayika wî Ziynetî Turkoglu serî li ÎHD’ê da û li Qada Galatasarayê kujerên kurê xwe pirsiya. Di sala 2007’an de jî xwîn çû ser mejiyê wê û jiyana xwe ji dest da. Piştre jî keça wê Munîbe Turkoglu (55) têkoşîna wê berdewam kir.    GOTINA DAWÎ YA DAYIKA WÊ: DEV JI LÊGERÎNÊ BERNEDIN   Munîbe Turkoglu qala têkoşîna edaletê ya 26 salan kir û gotinên dawî yên dayika xwe wiha bi bîr xist: “Dema ku dayika min di sekratê de got; ‘dev ji lêgerîna kurê min bernedin.’ Kekê min gelek caran ji bo serdanê dihat Edîrneyê. Ji ber nêrîna xwe ya siyasî 4 caran hate binçavkirin. Li girtîgehên Bayrampaşa, Mamak û Metrîsê a. Dema li Metrîsê îşkenceyeke giran lê hat kirin û bi salan di girtîgehê de ma. Herî dawî di 5’ê cotmeha 1994’an de hate girtin û dema dihat darizandin hate berdan. Ji bo serdanê hate Edîrneyê. Ji me re got ku heta ber deriyê mala me ya li Edîrneyê jî polîsên sivîl li pey wî hatine. Got; ‘Ez ê du rojan bimînim û biçim.’ Şeva ku li cem me mayî, hinek kes bi deriyê mitbaxê lîstibûn û şopên pêyan li şaneşînê hebûn. Kekê min jî got; ‘Di esasê xwe de ev ji bo girtina min hatin lê piştre lêve bûn. Li pey min in.’ Kengî bihata malê, ‘em bi dilgermî hembêz dikirin.’ Ew dîtin, bû dîtina dawî.”    SERPÊHATIYA TEVLIBÛNA ÇALAKIYÊ   Bi domdarî Turkoglu da zanîn ku piştî geriyana jinbiraya wê jê agahdar bûn ku kekê wê hatiye windakirin û wiha domand: “Em her tim hişyar dikir û digot; ‘heke we agahî ji min negirt û hatim binçavkirin, teqez serî li emniyetê û sazî û dezgehan bidin û dengê xwe derxînin.’ Wê demê gelek kes dihatin binçavkirin û windakirin. Me her tim dibihîst lê ev hestekî cuda bû. Me serî li her saziya fermî da. Emniyetê qebûl nekir ku birayê min hatiye binçavkirin. Me serî li rêxistin civaka sivîl jî dan. Parêzerê me got; ‘Qada Galatasarayê heye. Kesên xizmên xwe windakirine li wir têdikoşin.’ Hevnasîna me ya bi ÎHD û Dayikên Şemiyê re jî wisa dest pê kir. Ez û dayika xwe her hefteyê tev li çalakiyê bûn. Mehek piştre çalakiya ‘we sax girtin û em sax dixwazin’ ku wêneyên Talat hebûn, hate destpêkirin. Her wiha em tev li çalakiya ‘Li dijî tarîtiyê findekî pê xe’ ya Edîrneyê dibûn. Lê çalakiya Dayikên Şemiyê gelek deng veda. Têkoşîna dayikan a mafdar bandorekî mezin li her kesên xwedî wijdan kiribû.”    'TU CARAN HÊVIYA XWE QUT NEKIR’   Turkoglu, anî ziman ku çalakiya Dayikên Şemiyê di dinyayê de yek ji çalakiyên herî aştiyane ye û wia pê de çû: “Dema em nû beşdarî çalakiyê bûyîn dayika min wiha got; ‘Keça min em ne bi tenê ne lê haya me ji tiştekî nebû.’ Daxwaza hemû kesên li qadê gotina; ‘me jiya bila kesekê din nejî’ bû. Dayika min her hefteyê hem weke Dayika Aştiyê û hem jî weke xizma windakiriyan tev li  çalakiyan bû. Em jî carnan pê re tev li dibûn. Demek piştre Qada Galatasarayê li çalakiyan hate qedexekirin. Dayika min tu carî hêviya xwe qut nekir. Her tim digot; ‘kurê min kesekî gelek biaqil e dê rêyekî bibîne û were.’”   ‘HETA MIRINÊ JÎ TÊKOŞIYA’   Di berdewamê de Turkoglu daxuyand ku çavên dayika wê heta roja dawî jî li rêya vegera birayê wê bû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em jî niha têkoşîna wê didomînin. Her tim bihêvî bû û li benda vegera kekê min bû. Lê ne birayê min vegeriya û ne jî telefona ku ew li bendê tu carî lê da. Heta sala 2007’an jî têkoşiya. Pêvajoyeke giran bû û rastî êrişan hatin. Em dihatin şopandin û bi navê diziyê du caran ketin mala me. Lê giliyên me bêencam diman. Xwîn rijiya ser mejiyê dayika min û 70 roja li nexweşxaneyê ma. Gotina wê ya herî dawî ev bû; ‘Keça min dev ji lêgerîna birayê xwe bernedin.’ Mîraseke wiha bo me hişt. Piştî wefata dayika min jî em her hefteyê çûn çalakiyê. Di roja me de jî mirov tên windakirin. Divê hemû kes destê xwe deyne ser wijdana xwe û baş bifikire. Birayê min dem biçûk qezayeke giran derbas kiribû.Dayika min digot; ‘xweziya di wê qezayê de mirîbûya. Qet nebe dê me bigota di qezayê de mir.’ Bi ser re hezar sal jî derbas bibin em ê van êşan ji bîr nekin. Em ê dev ji lêgerîna windakiriyên xwe bernedin. Em dizanin ku em wan bi saxî nabînin lê qet nebe bila êdî kesekê din neyê windakirin û kujerên wan bên cezakirin.”   MA/ Esra Solîn Dal