Xizmên tecawizkar gefa 'nasên me yên AKP'î' hene' li malbatê xwar 2022-05-22 12:40:58   MÛŞ - Kesê bi navê Serkan Saridag li navçeya Kop a Mûşê destdirêjî li zarokekî 7 salî kir.  Hat zanîn ku birayê Saridag û xizmê wî yê sercerdevan gefa "Nasên me yên AKP'î hene"li malbatê xwarine û teklîfa pereyan lê kirine.    Kesê bi navê Serkan Saridag, li gundekî girêdayî navçeya Kop a Mûşê destdirêjî li zarokekî 7 salî kir. Hat zanîn ku birayê Saridag û xizmê wî yê sercerdevan gefa 'Nasên me yên AKP'î hene" li malbata zarok xwarine û ev teklîf li malbatê kiriye: "Heke hûn dev ji dozê berdin em ê pereyan bidin we. Dê çend parêzeran bigirim û birayê xwe ji girtîgehê derbixim. Dê heya Enqereyê biçim."   Malbata zarok da zanîn ku ew dê dest ji doza xwe bernedin.    ÇI QEWIMÎ BÛ?   Li navçeya Kop a Mûşê zilamê bi navê Serkan Saridag (20) destdirêjî li zarokekî 7 salî kiribû. Ji bo ku zarok bûyerê bo kesekî nebêje, Saridag heta demekî gef li zarok xwarin. Piştî ku zarok bûyer ji malbata xwe re vegotî, malbatê giliyê Saridag kir û derheqê wî de doz hate vekirin. Bi vekirina dozê re Saridag hate binçavkirin û piştre jî şandin girtîgehê.