Ciwanê li Mexmûrê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da 2022-05-22 13:29:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanê bi navê Hacî Mîrza Elî ku di êrişa Tirkiyeyê ya ser Mexmûrê de bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.    Artêşa Tirkiyeyê duh saet derdora 13.00’an de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi balafirên bêmirov êrişî wesayîtekê kir. Li gorî nûçeya Rojnewsê, di encama êrişê de ciwanê bi navê Hacî Mîrza Elî bi giranî birîndar bû û rakiribûn Nexweşxaneya Giyareyê. Elî, tevî hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest da.   Cenazeyê Elî îro bi beşdariya hezaran şêniyên Mexmûrê hate definkirin. Di merasîma definkirina cenazeyê Elî de welatiyan bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê û hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dan.    Hecî Mîrza Elî Goyî, debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikir. Di dema nîvro de piştî pezê xwe xistî govê, bi wesayîta xwe ber bi malê ve diçû. Dê wê kêliyê de jî rastî êrişa bi balafirên bêmirov ên dewleta tirk hat û jiyana xwe ji dest da.