Nivîskar Asli Erdogan rakirin nexweşxaneyê 2022-05-22 14:23:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Asli Erdogan ku xwîn çû ser mejiyê wê rakirina nexweşxaneyê. Erdogan niha li beşa lênihêrîna awarte de tê dermankirin.    Nivîskar Asli Erdogan ku ev demekî dirêj e li derveyî welat dijî, xwîn çû ser mejiyê wê û rakirin nexweşxaneyê. Têkildarî mijarê Weşanên Hunerê ya Sîmurgê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir û da zanîn ku xwîn çûye ser mejiyê nivîskar Erdogane û li nexweşxaneyê tê dermankirin û wiha got: “Nivîskar Asli Erdogan ji beşa lênihêrîna awarte hate derxistin. Dê di roja duşemê de derbasî serwîsa norolojiyê bê kirin.”   Asli Erdogan kî ye?   Asli Erdogan ku yek ji fîzîkzanên tirk ên ewil e, li Navenda Lêkolînên Nukleerî ya Ewropayê dixebitî, dev ji doktoraya fizîkê berda û berê xwe da wêjeyê. Asli Erdogan di lêpirsîna sala 2016’an de li ser rojnameya Ozgur Gundemê hat vekirin de bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê û tehrîkkirina raya giştî" hatibû girtin û piştî demekê bi îdiaya "Xerakirina yekitiya dewletê" biryara tehliyekirina wê hat dayîn. Darizandina wê ya bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" berdewam kir. Asli Erdogan di 29'ê kanûna 2016'an de hate girtin û 133 roj piştre hate berdan. Di danişîna 14’ê sibata 2020’an de li 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin, Asli Erdogan ji sûcên “xerakirina yekitî û yekitiya dewletê” û “endamtiya rêxistina terorê” beraet kir.