'Sedema krîzên ekolojiyê desthilatdarî bi xwe ye’ 2022-05-22 14:54:50   AMED – Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û TMMOB’ê li Amedê bi dirûşma “Têkoşîna li dijî tunekirinê û rêyên jinûve avakirinê” bernameyek li dar xist û di bernameyê de hate gotin ku sedema krîzên ekolojiyê desthilatdarî bi xwe ye.    Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û Lijneya Koordînasyona Bajêr a Yekitiya Odeya Mîmar û Endezyarên Tirkiyeyê (TMMOB) ya Amedê li Hemama Deva a li Sûr a Amedê bi dirûşma “Têkoşîna li dijî tunekirinê û rêyên jinûve avakirinê” panela “Di serdema têkbirina ekolojî û civakî de hevdîtina jiyanê” li dar xist. Di hevdîtina ku weke forum, panel û semîneran hatiye plankirin de pankartên “Têkoşîna civaka ekolojîk têkoşîna kesî ye", "Li dijî faşîzmê em bibin daristan", "Xweza çavkaniya jiyanê ye biparêze!", "Yên nekarin dîrok û xwezaya xwe biparêzin dê nekarin pêşeroja xwe diyar bikin” hatibû daliqandin.    Di hevdîtinê de ji ewil li ser navê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol axivî. Akyol, diyar kir ku civak û xweza  di pêvajoyeke xedar de derbas dibin û wiha got: “Ji her alî ve krîzek heye û divê em têkoşîna xwe ya li dijî vê mezintir bikin. Desthilatdarî, ji pirsgirêk û krîzan civakê berpirsyar dibîne. Lê belê di esasê xwe de sedema krîzan ne civak lê desthilatdarî bi xwe ye. Tevgera ekolojiyê ya li Tirkiye û Kurdistanê mezin dibe. Ji Dêrsimê heta çiyayên Qazê li ser xwezayê êriş heye. Lê li hêla din jî têkoşîn heye. Yek ji wan têkoşînan jî ya Heskîfê ye. Divê em têkoşîna xwe mezintir bikin û rêyên çareseriyê peyda bikin.”   ‘XWEZAYA CIVAKÊ TÊ QIRKIRIN’   Piştre jî Serokê TMMOB’a Amedê Dogan Hatun axivî. Hatun, destnîşan kir ku desthilatdarî bi rêya bendavan xwezaya Kurdistanê qir dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê em li dijî vê polîtîkaya qirkirinê ji her alî ve dengê xwe bilind bikin. Bi taybet jî Heskîf di bin av û betonan de hiştin. Bi heman awayî jî Sûr wêran kirin, hilweşandin û dîroka Sûr a me tune kirin. Divê em vê teşhîr bikin. Divê em soza têkoşîna hevpar bidin û bi hev re têbikoşin.”    Piştî axaftinan, li ser mijara ekolojiyê sînevîzyonek hat temaşekirin.    POLÎTÎKAYÊN EWLEKARÎ Û ŞER   Bername, bi axaftina ekolojîstan berdewam kir. Kesên ku di nava têkoşîna ekoliyê de cih digirin tecrûbeyên xwe parve kirin. Axaftvanan qala pirsgirêkên ekolojîk ên li herêmên xwe kirin û bal kişandin ser polîtîkayên ewlekarî û konsepta şer a Tirkiyeyê. Axaftvanan bi lêv kirin ku dê li hemberî polîtîkaya talangeriyê ya desthilatdariyê dê bi israr têkoşîna xwe berdewam bikin.    Piştî vê beşê jî bername bi panela “Piştperdeya êrişên ser ekolojiyê” berdewam kir. Moderatoriya panelê jî aktîvîsta ekolojiyê Ezgî Çelîk kir. Aktîvîstên ekolojiyê Guner Yalniç, Melîs Tantan û Umut Kocagoz di vê beşê de qala êrişên ser xwezayê kirin.   Bername bi foruma “Li hemberî polîtîkayên hilweşandinê rêyên çareseriyê” bi dawî bû.