Cerdevan sewqî Heftanînê tên kirin 2022-05-22 15:15:10   ŞIRNEX - Şer û pevçûnên li herêma Heftanînê bi rojane bênavber didomin. Hat zanîn ku gelek cerdevan ber bi Heftanînê ve hatin veguhestin.   Êrîşa AKP-MHP’ê ya bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Heftanînê berdewam e. Di çarçoveya êrişê de li herêmên navborî pevçûnên dijwar diqewimin. Di 19’ê gulanê de li sînorê Heftanînê pevçûnên dijwar qewimîn. Di encama pevçûnan de ji cerdevanên gundê Herdîş ê Qilebanê Mehmet Emîn Sak û leşkerekî jiyana xwe ji dest dan û 3 cerdevan jî birîndar bûn. Hat zanîn ku ji ber şer û pevçûnên li herêmê, ji gundê Bêjûhê gelek cerdevan ber bi herêma Heftanînê ve hatin şandin.    Di heman hemê de ji saetên serê sibehê ve li navçeya Elkê liv û tevgereke zêde ya hewayî heye. Liv û tevgera helîkopterên bi tîpa Skorsky ên ji Şirnexê radibin a li derdora Çiyayê Kato jî berdewam e.