Şerê li Başûr dijwar dibe: 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dan 2022-05-22 16:02:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê hatine destpêkirin berdewam in. Hat zanîn ku di encama pevçûnên dawî de 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.   Desthilatdariya AKP-MHP’ê di 17’ê nîsana îsal de li dijî herêmên Zap, Metîn û Avaşînê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişeke berfireh dabû destpêkirin. Di çarçoveya êrişê de li herêmên navborî pevçûnên dijwar diqewimin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), HPG’ê têkildarî pevçûnên dawî daxuyanî da û diyar kir ku di encama pevçûnan de 15 leşker hatin kuştin.    HPG’ê destnîşan kir ku Tirkiye heta niha li herêmê pêş neketiye di encama pevçûnên dawî de 15 leşker hatine kuştin, 3 birîndar bûn, pergaleke kameraya mobesseyê û 2 drone jî hatine derbkirin. Her wiha HPG’ê diyar kir ku Tirkiyeyê di 21’ê gulanê de 31 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyên ku dûya wan bi rengên cuda êriş pêk anîne.