Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Başûr hat protestokirin 2022-05-22 18:24:02 STENBOL - HDK- HDP- DBP û TJA êrişên Tirkiyeyê yên li dijî axa Başûrê Kurdistanê bi meşekê protesto kirin. Di meşê de Hevserokê ESP'ê Şahîn Tumuklu û gelek kes hatin binçavkirin.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkartiya PDK'ê li dijî axa Başûrê Kurdistanê pêk tên, li Qada Tunelê ya Taksîma Stenbolê li hev kom bûn û bi meşekê protesto kirin.    Dayikên Aştiyê, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP'ê, pêkhateyên HDP'ê û HDK'ê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di meş3e de dovîzên "Tecrîd sûcê dijmirovî ye", "Aştiyek bi rûmet" û "Bimre xiyanet" hatin hildan.    GIRSEYÊ DIRÛŞM BERZ KIRIN    Girseyê bênavber bi berzkirina dirûşman li dijî şer derketin û aştiyê xwestin. Girse ji Qada Tunelê xwest ber bi Meydana Taksîmê ve bimeşe. Polîsan li Cadeya Îstîklalê pêşiya girseyê birî û girseyê dorpêç kirin. Girseyê bi berzkirina dirûşman dorpêça polîsan şermezar kir.    POLÎSAN ÊRIŞÎ GIRSEYÊ KIR    Parlamenterê HDP'ê Sezaî Temellî di nava dorpêçê de daxuyanî da û destnîşan kir ku şer feqîriyê tîne û wiha got: "Şer dibe sedema mirina zarokan. Em dixwazin her kes li eniya aştiyê cih bigire."    Polîsan xwest mudaxileyî daxuyaniyê bike lê girseyê bênavber dirûşman berz kir û bersiva polîsan dan. Polîsan piştre êrişî girseyê kir.     CIWAN TEVÎ ASTENGIYÊ JÎ MEŞIYAN    Bi dehan ciwanên endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê meşiyan û dirûşmên wek "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxweedana Zapê", "Bijî berxwedana Avaşîn" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Polîsan xwest pêşiya wan bibire. Lê ciwanan berê xwe da nava kolanên Taskîmê û meşa xwe berdewam kirin.    Di kêliya meşê de polîsan Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, endamê OHD'ê parêzer Veysî Eksî û gelek rêveberên HDP'ê binçav kirin.    GELEK CIWAN HATIN BINÇAVKIRIN    Hat zanîn ku gelek ciwan ji aliyê polîsan ve li nokteyên cuda hatine binçavkirin.    Piştî meşê polîsan avahiya Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê dorpêç kirin.