Polîsan bi awayek tund êrişî endamên Weqfa Furkanê kir 2022-05-22 19:44:59   EDENE - Li Edeneyê polîsan êrişî meşa endamên Weqfa Furkan kirin û gelek kes di êrişê de birîndar bûn.   Li Edeneyê endamên Weqfa Furkanê xwestin di bin navê "Meşa Azadiyê" meş li Parka Ataturkê daxuyanî bidin. Polîsan parkê dorp3eç kir û bi hêceta biryara Walîtiya Edeneyê ya qedexekirina çalakî û daxuyaniyan destûr nedan daxuyaniyê. Endamên Weqfê belav nebûn. Polîsan bi awayek tund êrişî daxuyaniyê kir û bi gaz û jopan li endamên Weqfê da. Gelek endamên Weqfê di êrişê de birîndar bûn.