Endamên SGDF’ê serdana malbata Poyraz kirin 2022-05-22 22:20:25   ÎZMÎR - Endamên SGDF'ê serdana malbata Denîz Poyraz a ku li avahiya HDP'a Îzmîrê hatibû kuştin kirin.    Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) ku li dijî binpêkirinên mafan û mirinên li girtîgehan greva birçîbûnê dane destpêkirin di roja duyemîn de berdewam kir. Endamên SGDF'ê di çarçoveya çalakiya greva birçîbûnê de serdana saziyan dikin û ji saziyan dixwazin li ber binpêkirinên mafan rabin. Endamên SGDF'ê serdana malbata Denîz Poyraz a li avahiya HDP'a Îzmîrê ji aliyê kujer Onur Gencer ve hatibû kuştin kirin. Dayik û bavê Denîz Poyraz pêşwazî li ciwanan kirin. Fehîm Poyraz destnîşan kir ku ew destekê didin çalakiya ciwanan.   SGDF dê sibê êvarê saet li heftan li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan daxuyanî bide û çalakiya xwe bi dawî bike.