Ji budçeya Şaredariya Amedê alîkarî dane baregeha leşkerî! 2022-05-23 09:23:53   AMED - Derket holê ku qeyûmê Amedê Munîr Karaloglu yê ku wî vekişandin navendê ji baregeha leşkerî ya li Kaniya Xezalan re alîkarî kiriye.    Derket holê ku walî û qeyûmê Amedê Munîr Karaloglu yê ku wî ji wezîfeya wî girtin û vekişandin navendê, ji bo baregeha leşkerî ya li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê bûye navenda Artêşa Azad a Sûriyê (OSO) û hêzên paramîlîter, alîkarî kiriye. Karaloglu ji bo temîna kevirên parke û bordur kaxez îmze kiriye.    ‘MECLIS’Ê BIRYAR DAYE    Karmendên ku li şûna Meclisa Şaredariyê hatine wezîfedarkirin, di 16’ê gulanê de civîn li dar xistine û biryara alîkariya baregeha leşkerî dane. Vê “Meclisa” ku bi Serokatiya Karaloglu hatiye wezîfedarkirin, ji bo alîkariya sê hezar metrekare kevirên parke û sê hezar metrekare kevirên bordur biryar îmze kirine.    Di biryarê de behsa cihê alîkarî ji bo wê hatiye kirin cih digire.    Di serdema walî Karaloglu de gelek eraziyên li navçeya Pasûr, Licê yên Amedê dewrî leşkeriyê hatiye kirin.