Dengbêj bi kilamên xwe bersiva hevkariya şer didin 2022-05-23 09:24:54 AMED - Dengbêjên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê diyar kirin ku li hemberî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re bi afirandina kilamên şoreşgerî bersiv didin û xwestin her kes xwedî li rûmeta xwe derkeve.    Tirkiye bi hevkariya PDK’ê êrişên xwe yên li dijî deverên Başûrê Kurdistanê didomîne. Tirkiyeyê heya niha tu encam ji van êrişan negirtiye. Li gel vê bertekên li dijî van êrişan û helwesta PDK'ê jî her ku diçe berbelavtir dibe. Ciwan, jin, dayik, rewşenbîr, ronakbîr û hunermendên kurd, ji her alî ve bi çalakî û daxuyaniyan li hemberê hevkarî û şerê tê kirin helwest tê nîşandan.    Dengbêjên xebatên xwe di banê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê de bi rê ve dibin, bertek nîşanî şer dan. Dengbêjên ku bi kilam û gotinên xwe buyerên dîrokê û rojene şîrove dikin, diyar kirin ku divê ew rol û mîsyona xwe ya demê bînin cih û di kilamên xwe de qala şerê navxweyî, xiyanet û şoreşgeriyê dikin.    ‘EM NE AZAD IN’    Dengbêj têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn. Dengbêj Xalisê Pasûrê da zanîn ku ew ji ber bûyerekê ji gund derketine û koçê Edeneyê kirine û li wir dest bi dengbêjiyê kiriye. Pasûr anî ziman ku li gorî pêvajoyê stranan dibêje û wiha got: “Zilm û zora ku li ser kurdan tê kirin, bala min dikişîne û ez vê dikim kilam. Ez ji stranên. Em ne azad in. Ji ber vê yekê kilamên min li ser şoreşê ne. Stranên şoreşê ji gelê kurd re pêwîst in.”    ŞIBANDINA BIŞAR Û CEMÎLÊ ÇETO Û MALBATA BARZANΠ   Dengbêj Xalis bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re û xiyaneta di nava kurdan de gelek hene û her tim bûne mijara stranan. Dengbêj Xalis ji dîrokê mînak da û wiha got: “Bişarê Çeto û Cemîlê Çeto birayê hev bûn. Bişar li hemberî dewletê bû û fîrar bû, Cemîl jî wekî Barzanî dostê dewletê bû. Bişar biçûya ku derê, birayê wî Cemîl giliyê wî dikir û di dawiyê de jî bi giliyê Cemîl, Bişarê Çeto tê girtin. Li ser vê yekê Bişar ji birayê xwe Cemîl re dibêje ‘Vê hesabê neke ku dewlet dostê te ye, ez şîv bim tu yê jî paşîv bî’. Ev meseleya mala Bişar dişibe meseleya îro ya Barzanî. Mala Barzanî li menfaeta xwe dinêhirê. Li Qatarê, Stenbolê, Edeneyê şîrketê wan bi tirkan re hene. Xebetek mala Berzanî li ser kurd û Kurdistanê tune ye. Ew ê jî sibê hesab bidin gel.”    ‘WÊ ROJEKÊ MENFAET BIQEDE Û DÊ HEQÎQET BIMÎNE’    Dengbêj Xalis di axaftina xwe de qetlîama Helebçeyê bi bîr xist û tekildarî mijarê wiha got: “Saddam xelkê Helebceyê yê kurd jehrî kir. Xelkê Başûr derbasî Bakur dibin û gelê Bakur derî li birayên xwe Başûr vedikin û nehiştin biçin nava tirkan. Lê malbata Barzanî îro wê fedekariya gelê bakur ji bîra kiriye. Ew ketine pey menfaeta xwe. Lê wê rojekê ev menfaet biqede û wê heqîqet bimîne. Têkoşîna kurdan di vê demê de gelek mezin e. Heke kurd bibin yek tu dewlet jî nikare kurdan têk bibe û serketin a kurdan e.”    ‘LI HEMBER XIYANETÊ LI BER XWE BIDIN’    Dengbêj Xalis di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Rêberê gelê kurd di encama koployek navnetewî de 23 sal in di nav 4 diwaran de li ber xwe dide. Gelê kurd li dijî tecrîdê û li dijî xiyanetê li ber xwe dide. Roj roja hevgirtinê ye. Divê em dengbêj jî li dijî tecrîd, zilm û şer û hevkariyê li ber xwe bidin û bikin mijara stranên xwe. Divê gelê me li her deverê yekitiya xwe ava bike û xwedî li rûmeta xwe derkeve.”    ‘KILAMÊN MIN JI BI ŞIYARBÛNA XAYÎNAN E’    Ji dengbêjan Sadik Yilmaz jî ji navçeya Pasûra Amedê ye. Malbata wî ji ber polîtîkayên xizaniyê koçî Edeneyê dike. Yilmaz diyar kir ku li Edeneyê rastiya gelê xwe û xwe nas kiriye û piştî 70 saliya xwe vegeriyaye Amedê û wiha axivî: “Ruhê min her tim li Kurdistanê ye. Ez nikarim dest ji axa Kurdistanê berdim. Ez di kilamên xwe de behsa zilm û zorê dikim. Di heman demê de kilamên xwe ji bo ku xayinên me şiyar be dibêjim. Rewşa welat xuya ye, lê xayinan çek girtine destê xwe û li hemberê çi disekinin? Ev rewş wê heta kengê dewam bike? Gelo êdî ne bes e.”    ‘LÊ EM Ê BI SER BIKEVIN’    Yilmaz hevkariya malbata Barzanî ya li gel Tirkiyeyê wek xiyanetê pênase kir û wiha got: “Ferdên malbata Barzanî li ba neyarê kurdan cihê xwe girtine û ketine nava xiyanetê. Her tim behsa biratî dike lê biratî tiştek wisa nîne. Tu car neyarên me nabin dostên me. Bila Barzanî jî neyê xapandin. Bila ji xiyanetê bizivire. Divê her mirovên xwedî wîjdan li dijî vê zilmê rabe. Me tu carî zilm, zor û heqaret qebûl ekir û em ê qebûl nekin jî. Her çiqas xayin û xwînxwarê me pir bin jî lê em ê bi ser bikevin û bigihîjin armanca xwe.”