‘Tîma Xencerê’ ji nû ve hat çalakkirin 2022-05-23 10:46:11   ŞIRNEX - “Tîma Xencerê” ku di şer de li dijî kurdan bikar tînin ji nû ve hat çalakkirin û di şerê Zap, Avaşîn û Metînayê hatine bicihkirin.    “Tîma Xencerê” ku wek şebekeya sûc tê zanîn û di şer de li dijî kurdan didin xebitandin carek din li ser kar e. Vê carê jî vê “Tîma Xencerê” birin şerê Tirkiyeyê yê li dijî axa Başûrê Kurdistanê ku bi hevkariya PDK’ê pêk tê. Ev “Tîm” di salên 1990’î de bi bûyerên wek revandina mirovan, desteserkirin, dizî, kuştin, îşkence, êrişa zayendî û sûcên cuda hatibû zanîn. Bi tevlikirina vî şerê dawî re carek din hat rojevê.    NAVENDA WÊ BOTAN E    Navend ango baregeha vê “Tîma Xencerê” herêma Botan e. Tirkiyeyê dît ku di şerê li dijî Başûr de bi ser nakeve, vê carê dîsa vê tîma kujer çalak kir. Ev “Tîma Xencerê” ji aliyê Hazim Babat ê ji Sêgirka Qilebanê ye ku yek ji endamên bûyerên tarî yên salên 90’î ye tê birêvebirin. Îro jî ev “Tîm” ji aliyê malbata Babat ve tê birêvebirin.    Ev “Tîma Xencerê” bêtir li herêma Qilebanê çalak e û bi salan ji aliyê sercerdevan Mehmet Paksoy ve hat birêvebirin. Nehat zanîn ku ev “Tîm” ji sala 2017’an ve ji aliyê kî ve tê birêvebirin.