Li Qileban, Pasûr û Liceyê bagera tozê rabû 2022-05-23 11:02:03   ŞIRNEX/AMED - Bagera tozê ku ji başûrê Kurdistanê ber bi bakurê Kurdistanê ve hat, li navçeya Qilebanê bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan kir. Her wiha li Pasûr û Lice yên Amedê jî bagera tozê rabû.    Bagera ku di saetên serê sibehê de ji Herêma Federal a Kurdistanê ber bi bakurê Kurdistanê ve hat, bandoreke neyînî li ser jiyana şêniyên navçeya Qileban a Şirnexê kir. Ji ber hewayî bi toz, mesafeya dîtinê heta 100 mîtroyan jî ketiye. Ji ber bagerê welatiyan nekarî derkevin derve.    Pispor, dibêjin ku bi taybet kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene û kesên temen mezin divê di hewayên wiha de dernekevin derve.    AMED     Di heman demê de li navçeyên Pasûr û Lice yên Amedê jî ji serê sibehê ve bagera tozê rabûye û bandoreke nebaş li ser jiyana welatiyan dike. Ji ber bagera tozê, bi taybet jî li navend û gundên Pasûr û Liceyê ewrên pir mezin ên ji tozê çêbûn. Ji ber ku hewayê bitoz, mesafeya dîtinê kêm bûye.      Bandora bagerê berdewam e.