Rojnameger Ermîş: Tirkiye hewl dide li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê wîlayet ava bike 2022-05-23 11:06:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Halît Ermîş, diyar kir ku bi projeya bi cihkirina penaberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca pîşaftinê ye û wiha got: "Erdogan bingeha aloziyeke ku wê 10 sal piştî wî jî bidome datîne."   Êrişên ku Tirkiyeyê bi piştgiriya PDK'ê li başurê Kurdistanê û li piştgiriya komên paramîlîter li Bakur û Rojhilaê Sûriyeyê dane destpêkirin, didomin. AKP'a ku polîtîkayên taybet li ser Sûriyeyê dimeşîne, armanc dike ku penaberan li bajarên Grê Spî, Efrîn, Serê Kaniyê, Cerablûs û Ezazê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bike. Tirkiye ku bi şerê Rûsya û Ûkraynayê krîza hikûmetê ya Iraqê ji bo xwe veguherand firsendê, bi zanebûn li herêmê aloziyê bilind dike.    'HEWL DIDIN HÊZÊN HERÊMÎ LI GORÎ XWE DIZAYN BIKIN'   Rojnameger Halît Ermîş, derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku diyar bû wê şerê Rûsya û Ûkraynayê bandorê li herêmê bike û wiha got: "Hêzên li Ûkraynayê şer dikin dîzayna kurewî pêk tînin û di heman demê de li Sûriyeyê şerê hev dikin. Şerekî germ nakin lê têkoşîneke zêde ya dîplomatîk dimeşînin. Hewl didin hêzên herêmî li gorî xwe dîzayn bikin. Serkêşiya vê Amerîka û Rûsya dikin. Rastiya li Rojhilatê Navîn rê nade ku di demeke kurt de bi mudaxaleyên ku tên kirin bê dîzaynkirin. Hêzên di bin kontrola Amerîka û Îngilistanê de dema Şerê Yekemîn ê Cîhanê bûn xwedî tecrûbeya 100 salî ya netew dewletbûnê û hatine rewşeke ku dikarin hevsengiyan biguherînin."   HEWLDANA TIRKIYEYÊ YA AVAKIRINA WÎLAYETÊ    Ermîş, da zanîn ku bi şerê Ûkraynayê re di hevsengiyên ku li Sûriyeyê çêbûne de derizandin dest pê kiriye û ev tişt got: "Bi şer re Rûsyayê hêza xwe ya li Sûriyeyê winda kir. Herkes niha siyaseta "bisekine û bibîne" dimeşîne. Wê şer ji bo hevsengiyên hêzê jî diyarker be. Niha Sûriye ji rojevê hatibe xistin jî wê di demên pêş de bi awayekî tund bê rojevê û di navbera van hêzan de şerê germ derkeve. Tirkiye jî bi hedefa Mîsaq-i Mîllî û Osmaniya Nû tevdigere. Bicihkirina wê ya penaberan gefek mezin e. Dewleta tirk hewl dide herêmê bike tirk, pişaftinê lê pêk bîne û bike wîlayeteke Tirkiyeyê. Ev rewşeke gelek bixeter e. Lewre ne diyar e ev kê ne. Wê demografiya herêmê biguherîne."   TALÛKEYA ŞEREKÎ NÛ   Derbarê îhtîmaleje şerekî nû yê li herêmê de jî Ermîş, destnîşan kir ku ji bo ku jê re hinceta mudaxaleyê hebe Tirkiye dixwaze li herêmê alozî hebe û wiha pê de çû: "Li cihê ku dixwazin demografiyê biguherînin bi dehan hêzên paramîlîter hene. Mirovên ku bînin herêmê jî wê bi van hêzan re pirsgirêk bijîn. Wê herêm timik di rewşa şer de bê hiştin. Lewre siyaseta tê pêşxistin bitalûke ye. Erdogan niha bingeha aloziyeke ku wê 10 sal piştî wî jî bidome datîne. Dixwaze kurdan ji holê rake lê hemû herêmê qurbana vê armanca xwe dike. Wê gelê herêmê qebûl neke. hewl didin kurd û ereban berî hev bidin. Wê ev bandor li Bakur jî bike."   'KURD JI BERÊ BI HÊZTIR IN'   Ermîş, bi lêv kir ku Tirkiye ji Lozanê ve hewl dide projeya xwe ya Mîsaq-i Mîllî pêk bîne û proje ji Herêma Kurdistanê heta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dirêj dibe û derbarê mijarê de ev tişt got: "Ji bo pêkanîna vê projeyê Tirkiye aloziya ku di Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de derketiye kûr dike. Ji ber vê pêwistî bi şerê wekaletê dît û hewl da El Nûsra û DAIŞ'ê mezin bike. Ji bo vê bi hevkariya PDK'ê re jî tifaq datîne. Heke li Iraq, Sûriye û Rojhilata Navîn pirsgirêk çareser nebin ev ji hêza bipirsgirêk a Tirkiyeyê ye. Tişta ku anîne serê ermenan Tirkiye dixwaze bîne serê kurdan jî lê kurd ji berê bihêztir in. Ji ber vê jî ketina nav hewldana ji hev belavkirina kurdan."   BANDORA ÎRANÊ   Ermîş, got ku li herêmê tenê kurd dikarin li dijî tirkan bisekinin û ev tişt anîn ziman: "Hikûmeta Şamê bicihkirina penaberan weke dagirkerî pênase kir. Ev ne tenê bi Sûriyê re girêdayî ye, di heman demê de bi Îranê re jî girêdayiye. Ji du sedemên pêkneanîna helwestên tirkan yek jê berxwedana kurdan e ya din jî Îran naxwaze Tirkiye bi serê xwe li herêmê hegemoniya xwe ava bike. Bihêzbûna tirkmenan ya di siyaseta Iraqê de bi destê Tirkiyê pêk hat. Tirkiye çek da wan. Ji ber van pêkanînan siyaseta ku li Hewler û Kerkukê tê meşandin xizmeta siyaseta Tirkiyeyê dike û xizmeta pêşeroja Iraqê nake. Ji ber vê mirov nikare behsa pêşeroja Iraq û Sûriyê bike. Cihê ku PDK bi Tirkiyeyê re peymaneke 50 salan kiribe mirov nikare bibejê ku Bexda û Hewlerê li hev kiriye. Ji ber vê rewşê mirov nikare qala yekitiyan kurdan jî bike."   KONFEDERALIZMA DEMOKRATÎK TEŞE DIGIRE   Ji bo pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Ermîş, da zanîn ku her roj pergal berfireh dibe û tevahiya hêzên derve ji vê rewşê ditirsin û wiha axivî: "Divê yan bi vê pergala ku hatiye avakirin re bimeşin yan jî divê alternatîfeke baştir bidin avakirin. Gel zana dibin û xwe rêxistin dikin û li qada şer tên cem hev. Tifaqên di navbera kurd û ereban, kurd û suryaniyan, kurd û tirkmenan ava dibin. Dema ku ev tifaq li dîjî DAIŞ'ê şer meşandinê tê cem hev, di avakirina pergala xwe de jî tên cem hev. Ev jî bandora xwe li ser Iraqê dike. Ji ber vê yekê ji Şengalê ditirsin û dixwazin wê belav bikin. Ditirsin ku civak li dor îradeya hevpar û qaîdeyên demokratîk bên cem hev. Û ev pergal dê mezintir jî bibe."   'RASTIYA GELÊ BERXWEDÊR HEYE'   Ermîş, bi bîr xist ku rastiya gelekî berxwedêr heye û herî dawî ev tişt gotin: "Bi min hêdî hêdî Şam û Îran jî dê vê rastiyê baştir bibînin. Ev dewlet dê ji neçarî xwe bigûherînin û vegûherînin. Ji ber ku bi pergal û feraseta ku ew didin meşandin dibe sedema aloziyan û bingeha mudaxaleya navnetewî. Ji ber ku di nav van aloziyan de lêgerîna gelan heye û gel li vê pergalê xwedî derdikevin. Konfederalîzma Demoktatîk ne tenê gotinek nêtekî erênî ye rastiyek ku her roj bêhtir bi goşt û hestî dibe. Ji ber ku gelên ku li vê pergalê xwedî derdikevin bi hewldanên eşîrên ereban, Hikûmeta Şamê û Hikûmeta Tirkiyeyê naxapin. Ji ber wê hewcehî bi bêhêvîbûnê nîn e ji ber ku rastiya gelekî berxwedêr heye. Ev rastî hêvî dide. Ji ber vê yekê di nav Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de hêzên ku wenda dikin hêzên hegemon ên netew dewlet in. Birêz Ocalan ev tişt digot: Hêzên Demokrasiyê û dewlet dê bên vê xetê."   MA / Ahmet Kanbal