‘Tirkiyeyê çav berda ye xaz û nefta Kurdistanê’ 2022-05-23 11:17:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Lijneya Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Elî Heme Salih diyar kir ku Tirkiyeyê çav berda ye xaz û nefta Herêma Federal a Kurdistanê.    Serokê Lijneya Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Elî Heme Salih têkildarî pirsgirêkên ji ber dahatên neftê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê û ambargoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li ser Silêmaniyeyê ji Rojnewsê re axivî.    Elî Heme Salih anî ziman ku ji dahata nefta herêmê ji sedê 42 yê mûçe pêk tîne û wiha got: “Yê dimîne jî dahata navxweyî û deriyên sînor temam dikin. Bi awayê di meha nîsanê de Silêmaniyeyê ji bo mûçe 82 milyar dînar veqetandine. Lê, ji bo mûçeyên Dihok û Hewlêrê 109 milyar dînar ji dahata navxweyî hatiye veqetandin. Niha dahata Silêmaniyeyê 100 milyar dînare. Lê, xerca wê 150 milyar dînare. Her wiha dahata navxweyî ya Dihok û Hewlêrê 250 milyar dînar e.”   ‘HER RÊVEBERÎ DAHATÊ BO XWE KOM DIKE’   Bi domdarî Salih diyar kir ku di komkirina dahatê de du rêveberî hene û wiha domand: “Her yek ji bo xwe dahatê kom dike. Tu kes pere nade yê din. Pereyê tu aliyekî naçe xezîneya Wezareta Darayî. Nabe dahata navxweyî ya Silêmaniye û Hewlêrê bînin beramberî hev. Ji ber ku Hewlêr û Dihok hevsînorên Tirkiye û Îranê ne. Lê, Silêmaniye tenê li gel Îranê danûstandina bazirganiyê dike. Di heman demê gumrika Îbrahîm Xelîl ji bo tevahiya Iraqê yekane deriyê sereke yê Tirkiye û Ewropayê ye. Her wiha ji 31 hezar kompanya 7 hezar li Silêmaniyê ne û tenê 4 hezar kompanya kar dikin û bacê didin. Ji ber vê nabe baca Silêmaniyê û Hewlêrê weke hev be.”   HEWLDANA DADGEHA FEDERAL A IRAQÊ   Di berdewamê de Salih da zanîn ku li gorî biryara Dadgeha Federal a Iraqê divê kompanya peymanên neftê li gel Iraqê çêbikin, ne li gel Herêma Kurdistanê û wiha pê de çû: “Dadgeha Federal dixwaze li gorî destûra Iraqê danûstandinê li gel neft û xaza Herêma Kurdistanê bike. Ev jî dibe sedama nemana Herêma Kurdistanê. Ji ber Herêma Kurdistanê du zeviyên sereke yên hilberîna enerjiyê heye ku Qadir Kerem û Xurmele ye. Heke Bexda dest dane ser van herduyan, wê tiştek bi navê Herêma Kurdistanê nemîne.”   Elî Heme Salih têkildarî rola Tirkiyeyê ya di proseya enerjiya Herêma Kurdistanê de jî ev tişt anî ziman: “Tirkiyeyê çav berdaye xaza pêşerojê ya Herêma Federal a Kurdistanê. Ji ber ku Tirkiye têhnê enerjiyê ye. Heke Bexda bazirganiyê bi nefta Herêma Kurdistanê bike, dê Tirkiye li gel Bexdayê danûstandinê bike û pişta xwe bide Herêma Kurdistanê.”